Tokayev 'fermana kuştinê' da
În 7 Çile 2022 - 22:33
- Serokkomarê Kazaxistanê Kasim Comert Tokayev ji bo tepisandina çalakiyên protestoyî ferman da ku 'bêyî hişyarkirinê, bikujin'.
Serokkomarê Kazaxistanê Kasim Comert Tokayev ji bo tepisandina çalakiyên protestoyî ferman da ku 'bêyî hişyarkirinê, bikujin'. Wî her wiha got, rewşa li welêt bi giştî hatiye kontrolkirin.
Serokkomar Tokayev ji bo bidawîkirina çalakiyên şermezarkirinê yên li welêt, fermana kuştinê da.
Tokayev li ser televîzyonê daxuyanî da û got, "Min ferman da ku bêyî hişyarkirin, bên kuştin." Serokkomar îdîa kir, ku "Terorîst hîna jî xisarê didin malan û li dijî welatiyan çekan bi kar tînin."
Di vê navberê de yekîneyên Rûs di bin navê "bicihkirina pergalê" de li Kazaxistanê hatin bicihkirin. Tevî leşkerên Rûs her wiha tank jî hatin anîn. Artêşa Rûs diyar kir ku ji bo piştgiriya bi hikûmeta Kazax re ew çûne welêt. Tacikistanê jî qederê 200 leşkeran bi heman armancê şandin Kazaxistanê.
Li welêt krîza herî giran a bi dehan salan diqewime. Van şeş rojên dawî, şerekî giran rû dide. Zêdekirina buhayê gaza sotemeniyê kir ku çalakiyên protestoyî dest pê bikin. Li pêşberî vê kaosê, serokkomar hikûmet betal kir û ji hevalbendê xwe Rûsyayê, alîkarî xwest.
Di çalakiyên şermezarkirinê de herî kêm 26 kes hatin kuştin. Li gorî bîlançoya dawî ya roja Pêncşemê, bi dehan kes hatine kuştin û zêdeyî hezar kesî jî birîndar bûne. Li gorî Wezareta Karên Hundir di şer de 18 polês, 26 xwepêşandêr.
Hate ragihandin ku polêsan li paytext Almatiyê derdorea 2 hezar û 300 kes destgîr kirine.
Tevî ku zêdebûna buhayê gazê bû sedema çalakiyên şermezarkirinê, Serokkomar Tokayev ji bo xwepêşandêran dibêje, "Ev çeteyên terorîst, çeteyên navneteweyî ne, li derveyî welat perwerdeya kûr wergirtine."
Kasim Tokayev ragihand ku tevliheviya li welêt hatiye kontrolkirin. "Hêzên ewlehiyê heta radeyeke mezin li herêman hemûyan rewş kontrol kir. Ev xebat heta tinekirina çalakvanan dê dewam bike."
Li aliyî din Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) hişyar kir û got, hêzên Rûsyayê yên li Kazaxistanê, saziyên Sovyetê yên berê kontrol dikin û destnîşan kir ku cîhan dê her sûcekî li dijî mafên mirovan bişopîne.
ALMATÎ