Bêhtirî 160 kesî hatin kuştin

Nûçeyên Cîhan

Yekşem 9 Çile 2022 - 16:29

Beriya hefteyekê ji ber zêdekirina buhayê sotemeniyê xwepêşandanan li Kazaxistanê dest pê kir û bi carekê şidetê girte tevahiya welêt. 
Piştî hefteyekê, li seranserê welêt bêhtirî 160 kesî hatin kuştin û bêhtirî 5 hezar kesî jî hatin girtin.

Wezîrê karê hundir ê welêt, Erlan Turgumbayev doh got, xisara ku li dever û tiştan bûye jî texmînî 175 million euro ye.

Li gorî daneyên fermî 100 dikan û banke hatine talankirin û 400 erebe jî hatine rûxandin.

Bi giştî 164 kes hatine kuştin û di nava wan de 2 zarok jî hene. Ji van 103 li paytext Almatiyê hatine kuştin.

Li gorî daneyên fermî 5 hezar û 135 kes jî hatine girtin. Li gorî wezareta karê hundir li dijî vankesên girtî, 125 lêpirsînên cihê bi rê ve diçin.

ALMATÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.