Li Almatî Moskov bi ser ket

Çarşem 12 Çile 2022 - 22:30

  • Li hundirê welêt ji ber aloziyê, serokkomar Kasim Comert Tokayev hat û wî karî cihê xwe li dijî serokkomarê berê Nûrsultan Nazarbayev xurt bike. 

Li hundirê welêt ji ber aloziyê, serokkomar Kasim Comert Tokayev hat û wî karî cihê xwe li dijî serokkomarê berê Nûrsultan Nazarbayev xurt bike.

Wî karî rêveberên nêzî Nazarbayev û Nazarbayev bixwe bê tesîr bike û li şûna wan elîta xwe bi cih bike û statuya xwe xurt bike. 

Li welat ka gelo wê bersiva reformên li dijî gendeliyê bê dayîn yan na nediyar e. Lê tiştekî diyar heye, ji aloziya li Qazaxistanê, ji hêzên derve nexasim jî Rûsyayê sûd wergirt. Destwerdana Rûsyayê ya li Qazaxistanê bi rengê ku Qazaxistan ji bereya Tûranî hate derxistin, hate şirovekirin.

Li gorî wergereke di kovara Currîer Internatîonalê de, rojnameya Nezavîssîmaya ya li Moskovê, sernavê, ''Rûsya Qazaxistan ji bereya Tirkîzimanê Cîhanê derxist'' bi kar anî.

Rojnameyê got, ''Li Qazaxistanê, yên ku pergala nû datînin, ne nûnerên Tûraniya Mezin, peywirdarên aştiyê yên welatên Sovyeta berê ne.''

Tûraniya Mezin weke îdeolojiya nîjatperest a pantirk tê zanîn ku dixwaze hemû qewmên Ural-Altayê bike yek.

Li gorî rojnameyê, Tirkiye fikaran dike ku, ''Qazaxistanê ji dest bide, Qazaxistan girêdana navendî ya cîhana Tirk e.''

Medyaya Rûs balê dibe ser îdeolojiya pantirkî a Serokkomarê berê Nûrsultan Nazabayev. Nazarbayev ji sala 1991'ê û wir ve hewl dida ku, ''Welatên zimantirkî bigihîne hev da ku wan bike hêzeke cîhanî ya karîger.''

PARÎS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.