• Dadgehkirina nijadperestê Tirk ê ku Îbrahîm Demir ê bedena wî piçûkmayî bi derbehişkan qetil kir, li Dortmundê dest pê kir. Aliyê mudaxil dixwaze tohmetbar ê nijadperest ji ber qetilkirina mirovekî bê dadgehkirin.

Îbrahîm Demir (Îbo) ê 41 salî yê bedena wî piçûkmayî, 17´ê Gulana 2020’an bi derbehişkan hatibû qetilkirin. Zûzûka eşkere bûbû ku Tirkê nijadperest ê bi navê Asir A. yê 39 salî Îbrahîm ê Kurd qetil kiriye. Pêncşema bihurî Qatil derket pêşberî dadgehê û hîç dengê xwe nekir. Gunehbariya dozgeriyê jî bi serê xwe gelekî teknîkî mabû û ji ber "birîndarkirina cidî ya encama wê bûyî mirina mirovekî" doz vekiriye. Malbata Îbrahîm Demir dixwaze ku qatil bi "kuştina kirêt" bê gunehbarkirin û bi du parêzeran jî mudaxil e. Van rojên ku qedexekirina Gurên Boz li Fransayê rojev e û li Elmanyayê jî li ser nijadperestiya Tirk minaqeşe hene, rengê gunehbariyê girîng e.
Pêncşema bihurî, malbata Îbrahîm Demir li hola Dadgeha Ceza ya Dortmundê li hemberî tohmetbarê nijadperest rûniştin. Tohmetbar gava wêne hatin girtin jî rûyê xwe bi dosyayê girt.
Ev tohmetbarê hanê, 17´ê Gulanê, nîvê şevê bi derbehişkan li Îbrahîmê dixe. Îbrahîmê bejnpiçûk, di nav xwînê de dikeve erdê. Cîraneke li wê derê gava bi wan ilam dibe û derdikeve devê derî, dibîne ku qatil direve. Hîna bijîşkê hewarê bi Îbrahîm re miameleya hewarê dikir, tohmetbar tê cihê bûyerê. Şahid wî nas dike. Rojekê piştî bûyerê, Birayên Îbrahîm navê tohmetbarî eşkere dikin û polês jî wî digire.

Hê hingê eşkere bûbû ku tohmetbar nijadperestekî Tirk e û ji mêj e bela xwe li Îbrahîm dixe. Wî li ser rêya mala Îbrahîm, tenê 300 metroyan dûrî malê wî bela xwe cara dawî di wî da, û bi derbehişkan ew qetil kir. Hingê dayika wî Şahîze Demir ji rojnameya me re gotibû, beriya kurê wê bê kuştin, wê tê derxistiye ku hin pirsgirêkên kurê wê hebûne. Wê ji kurê xwe pirsiye, ka çi hewala wî ye û Îbo jê re gotiye, "Yadê serê xwe jê neêşîne, ew ê te bikuje."

Li erdê pehîn li serî daye

Tirkê nijadperest qismî li xwe mikur hatibû, lê îdîa kiribû ku wî ne bi armanca kuştinê li Îbo daye. Wî derew dikir. Lêpirsînê zûzûka derxist holê ku tohmetbarê Tirk, Îbo bi şid li bin guhê dîwêr xistiye û gava ku Îbo li erdê bûye jî pehîn li serê wî xistine.
Tohmetbar li ber dadgehê dengê xwe nekir. Herçî rabihuriya sûc a tohmetbarê Tirk, Asir A. ye, wî berê jî mirov birîndar kirine, zor û şidet kiriye û li ber polêsan rabûye. Ji ber van sûcan hemûyan ceza li wî hatiye birrîn.

Kuştineke kirêt

Birayê Îbrahîm, Hasret Demir ê 37 salî, hê jî fêm nake çawa wî nijadperestî dikarî mirovekî ew qasî lawaz bixe: "Çawa karî destê xwe dirêjî mexdûrekî evqasî lawaz bike. Ti şensê Îbo nebû." 
Vê hefteyê doz wê dewam bike û em ê jî dozê bişopînin. Yek ji parêzerên aliyê mudaxil Bariş Yeşil e. Yê din jî Hans Reinhardt e. Aliyê mudaxil ji gunehbariya weke "birîndarkirina cidî ku encama wê bû mirina mirovekî" ne razî ye. Parêzer Hans Reinhardt dibêje, "Em ê bibînin bê ma gunehbarî wê, birîndarkirina cidî ku encama wê bû mirina mirovekî, bimîne yan na. Pêvajoya dozê wê vê nîşan bide. Ji bo me ev bi her halî sûcekî kuştinê yê kirêt e."

DORTMUND