• Tofîq Kaya: Kes li ser serê min nîne, ez azad im di karê xwe de. Ez qîmetê didim jiyanê. Divê mirov bi xwe afirîner be, bi xwe karê xwe bike û ji kar hez bike. Niha ez bi şev têm ber dibistaneke wargehê, ew bi xwe jî perwerde ye.

IDRÎS KARA / MEXMÛR

Ciwanê li wargeha Mexmûrê Tofîq Kaya, xwedî pêdiviyên taybet e. Ew dibêje, “Astengiya fizikî, li ber têkoşîna min ya jiyanê, nabe asteng. Tişta ku min li ser piyan dihêle, hêvî û bawerî ne. Xwe ji jiyanê qut nekin, jiyan bê berdêl nabe.”

Tofîq Kaya ji xelkê li wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ye. Dest û lingên Tofîq seqet in, ew xwedî pêdiviyên taybet e, lê têkoşîna Tofîq Kaya ya ji bo xweşkirina jiyanê, ji bo mirovan dibe hêvî. 

Malabata Tofîq Kaya ji gundê Şiwêd ê ser bi Qilaban a Şirnexê ye, ew tevî malbata xwe hîna di sala 93’yan de ji gundê xwe derdikevin û li Roboskiyê bi cih dibin. Piştî wê, ew jî weke bi hezaran penaberên din, ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk neçar ma koçber bibin. Tofîq Kaya jî sala 1994’an tevî hezaran kes, koçberî Başûrê Kurdistanê bû. 

Kaya derbarê şert û mercên jiyanê, tevî astengiya xwe ya fizikî, têkoşîna xwe ya ji bo jiyanê ji me re axivî. Tofîq Kaya destpêkê got, ew jî weke xelkê niha li Mexmûrê hemûyî di sala 94’an de ji ber zilma Tirkan koçberî Başûrê Kurdistanê bûye. 

Dema penaberên Bakurê Kurdistanê li wargeha Geliyê Qiyametê bi cih dibin, rastî êriş û zextên dewleta Tirk tên, di nava penaberiyê de bûyereke din jî bi serê Tofîq de tê; ew wiha behsa wê meselê dike; “Em li wargeha Geliyê Qiyametê bi cih bûn, PDK’ê ambargo danî ser me, êrişên Tirkiyeyê dewam dikirin. Ji bo em nemirin, me li ber xwe dida, di nava wan nexweşiyan hemûyan de, bavê min jî dev ji me berda. Em 3 bira, 7 xwişk bûn. Piştî ku bavê min dev ji me berda, jiyana me zehmettir bû. Di mal de xwişka min a herî mezin 16 salî bû, em ên din piçûk bûn. Wê em bi rê ve dibirin, wê demê xwişkeke min a sê mehî hebû, dorpêç, ambargo, di wan şertan de em man. 

Me jî weke penaberên din hemûyan, ji bo jiyanê li ber xwe da. Bi rêzê, em li wargehên din bi cih bûn. Me ji ber zexta PDK’ê û êrişên Tirkiyeyê dev ji her yekê ji wan wargehan berdida. Yanî li herêma Kurd lê serdest bûn, ji bo me ti rehetî nebû. Herî dawî em derbasî xaka hingê di destê Sedam de bûn, hatin Mexmûrê.”

Tofîq Kaya behsa hatina xwe ya destpêkê a ji bo wargeha Mexmûrê û şertên jiyanê yên wê demê dike; “Em hatin Mexmûrê, ne av, ne xwarin. Germahî û çolek xwedê bû, kesî ti alîkarî nedida me. Aveke cemidî nebû, em vexwin. Min jî tevî malbata xwe weke hemû penaberên din, zorî kêşa.” 

9 salî dest bi kar kir

Kaya da zanîn ku wî di 9 saliya xwe de dest bi kar kiriye, lê dibêje, wî hîna di zarokatiya xwe de ji kar hez kiriye: “Hîna ez 6 mehî bûm, taya germ tê min. Di wê demê de bavê min şivan bû, kesî ji malbatê jî xema min nexwar. Di wê rewşê de doktor jî nebûn, ez mam wisan.

Tansiyonê li serê min da, di wê 6 mehiya xwe de ez seqet bûm. Aliyekî laşê min hemû lawaz e, pî û destê min seqet in. Lê ti carî ev yek ji bo min ne bû asteng, min di 9 saliya xwe de dest bi kar kir. Li Mexmûrê li rexekî ez diçûm dibistanê, di dema bêhndanê de jî ez diçûm kar.

Lê çûyîna min a kar bi xwestek bû, ez ji kar hez dikim.” 

Du birayên Tofîq jî hene, lê piştî ew dizewicin, cê dibin. Sala 2011’an têkoşîna Tofîq ya ji bo jiyanê dikeve qonaxeke din, ji ber ku êdî ew û dayîka xwe bi tenê dimînin. Tofîq wiha behsa xwe dike; “Piştî birayên min zewicîn, ez û dayîka xwe bi tenê man. Min êdî ji sifrê dest bi jiyanê kir, dibe ku fizîka min rê nedida, lê ji ber ku min ji kar hez dikir, min ji xwe re digot, divê ez xwe hewceyî kesî nekim. Ez bi xwe kar bikim û debara xwe bikim. Hezkirina min a ji kar, ji bo malbata min jî dibû cihê kêfxweşiyê. 

Di 6 salan de xaniyek

Hingê me xaniyekî piçûk hebû, cih gelek teng bû, piştî wê, min li rexekî wargehê erdek ji xwe re girt. Di nava 6 salan de min li wî erdî karî, xaniyekî bi alîkariya nas, dostan û meclîsê bidim avakirin. Hêdî hêdî min li derdora xanî dest bi çandiniyê kir. Min once çand, mirîşk, pez û bizin xwedî kirin. Ne gelek bûn, çend mirîşk, bizin û pez bûn. Herwiha min mêw jî çandin.

Tişta ku min li ser lingan dihêle, bawerî û hêvî ye. Tevî hemû astengiyên jiyanî, fizikî min dev ji jiyanê berneda. Dayîka min ji dilê xwe emeliyat bûye, ez û wê tenê ne, ez alîkariya wê dikim û ew jî ya min dike. Min xwe ti carî hewceyî derdorê nekiriye.” 

Tofîq di nava çend salên dawî de, bi şev diçe ber dibistaneke wargehê jî, li wir hem parêzvaniyê dike, hem jî li dar û baxçe jî dinihêre. Tofîq Kaya bi roj li malê karê xwe dike, bi şev jî diçe ber dibistanê.

‘Azad im’

Tofîq Kaya dibêje, wî ti carî tercîha karê xelkê nekiriye, ji ber ku karê wî bi xwe gelek ji karê xelkê baştir e: “Kes li ser serê min nîne, ez azad im di karê xwe de. Ez qîmetê didim jiyanê, lê karê xelkê karekî rojane ye. Divê mirov bi xwe afirîner be, bi xwe karê xwe bike û ji kar hez bike. Karkirina ji bo xelkê, koletî ye, min xwe ji bo karê ji derve gelekî taheband, lê negihiştim ti encamê. Niha ez bi şev têm ber dibistaneke wargehê, ev yek jî di jiyana min de bû sedema guhertinan. Di warê dsîplîn, rêvebirin û jiyanî de bandora xwe li ser min kir. Ji ber ku ez li gel mamostayan dimînim, ew bi xwe jî perwerde ye.” 

Tofîq herî dawî dibêje; “Divê mirov ti carî bê hêvî nemîne, xwe ji jiyanê qut neke. Jiyan dewam dike, berdêl tên dayîn, lê dewam dike.

Bifikirin, bizinek ji bo xwarina xwe, jiyana xwe, heta êvarê li giya digere. Jiyana me jî weke zincîrekê bi ya lawiran ve girêdayî ye.”