Çalakiya karkerên li Ataşehîrê ya ji bo mafan, bi ser ket. Karkerên di Şantîyeya avahîsaziya Fînansê ya Halkbankê ya di bin banê Koma Şirketên Îzomasê û fîrmayên YDA´yê de dixebitîn, ji bo mafên xwe yên tezmînata qidemê, heqdestê karê zêde, mafê bêhnvedanê û ji bo ku mûçeyê wan li ser sîgorteya wan bê razandin, li pêşiya avahiya firmayê ya Ataşehîrê dest bi çalakiyê kiribûn. Çalakiya bi pêşengiya, Sendîkaya Devrîmcî Yapi, Înşeat û Rê (Dev Yapi-Îş) û Sendîkaya Karkerên Înşeatê (Înşaat Îş), di roja 5’an de bi ser ket. 

Dev Yapi Îş û Înşaat Îş têkildarî serketina çalakiyê got, “Dîsa bi hev re, mil bi mil em bi ser ketin. Rayedarên Koma Şirketên Îzomasê xwestin bi me re hevdîtinê bikin û di encama hevdîtinê de jî daxwazên me hatin qebûlkirin. Ji ber çalakiyên me bi serketinê bi encam bûn, me jî çalakiyên xwe yên li pêşiya Emlak Konut û Palladiûm Towerê bi dawî kirin.”

MA/STENBOL