Butçeyek ji bo nan û aştiyê divê

Şemî 6 Kanûn 2025 - 03:05

Cigira Hevserokatiya Giştî ya ji Kedê Berpirs a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevtap Akdag bi lêv kir ku butçeya 2026’an a Tirkiyeyê beşeke wê ya mezin ji şer re hatiye veqetandin û got avakirina aştiyê ne tiştekî biha ye, divê ji bo pirsgirêkên esas ên civakê re butçeyek mezin bê veqetandin.

Lijneya Giştî ya TBMM’ê, wê di 8’ê Kanûnê de dest bi hevdîtina Pêşnûme Kanûna Butçeya Rêveberiya Navendî ya 2026’an bike û wê 14 rojan bidome. Tê texmînkirin ku ji sedî 50’yê butçeya 2026’an ji şer, faîz û sermayê re bê veqetandin. Bi salan e ji şer re butçeyek mezin tê veqetandin û hewcedariyên sereke yên gel tune tên hesibandin. Di demên dawî de welatî nikarin hewcedariyên xwe yên sereke bigirin û mûçeyê asgarî di bin sînorê birçîbûnê de ye.

Cigira Hevserokatiya Giştî ya ji Kedê Berpirs a Partiya Wehevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevtap Akdag der barê mijarê de axivî.

Sevtap Akdag da zanîn ku hevdîtinên butçeyê di 8’ê Kanûnê de destpê dikin û wê du hefteyan bidome. Sevtap Akdag got bendewariya wan ev e ku butçeyek aştiyane û nan derkeve holê.

Sevtap Akdag diyar kir ku beşek mezin a butçeyaTirkiyeyê ji sanayiya şer re tê veqetandin û got: “Aştî ne tiştekî biha ye. Avakirina aştiyê ne biha ye. Berovajî vê dema aştî bê avakirin lêçûnên ji bo çekan kêm dibe. Wê demê wê ji bo hewcedariyên gel zêdetir butçe bê veqetandin. Di veqetandina butçeyê de tiştên divê bên kirin hene. Malbatên zarokên xwe nikarin bişînin dibistanê divê lêçûnên wan bên girtin. Divê ji bo zarokên diçin dibistanê rojê danek xwarin bê dayîn. Divê mûçeyê asgarî nekeve bin sînorê birçîbûnê. Divê çavkaniyên ku şert û mercên mirovahî ava dikin hebin.”

Sevtap Akdag wiha bang kir û bidawî kir: “Em ji bo bêjin butçe ji bo jin, karker, ciwan û xizanan li qadan tên gel hev. Em ê her tim li qadan bin. Divê li her derê gelê me piştgiriyê bide vê têkoşînê. Ji ber vê em ji niha de gelê xwe vexwendiyê têkoşîna Ked û Aştiyê dikin.”

JINNEWS/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.