Xwendevanên zanîngehê ên beşa Derûnasî qedandine, li ber derê zanîngeha Koyê, bi çalakiyekê xwestin hikumet wan li navendên xwendin û saziyên rêveberinê tayîn bikin.
Komek xwendevanên beşa Derûnasî yên zanîngehê qedandine, li navçeya Koye ya ser bi Hewlêrê bi çalakiyekê daxwaza tayînkirinê kirin. Xwendevan dibêjin, tevî gelek pirsgirêkên civak yên derûnî û di nava navendên xwendinê de jî ewqas pirsgirêk hene, hikumet hewl nade pirsgirêkan çareser bike û tayînan nake.
Xwendevanan di çalakiya xwe de gotin; “Em dizanin pêwîstiya derûniya mirovan bi aramiyê heye, dema Îran Koye bombebaran kir, derûniya xwendevan û mamostayan xirab bû, lê ti şêwirmendiyek ya derûniyê li ti dibistanan nebû.” Xwendevanan ji hikumetê xwestin demek ji ya din zûtir ew werin tayîn kirin.
Hêjayî gotinê ye zêdetirî 10 salin li Herêma Kurdistanê ti xwendevanên beşa Derûnî xilaskirine, li navendên dibistan û saziyan, nehatine tayînkirin.
HEWLÊR