- TJA'yê, Taybet Înan a dayik a ku êrişên li dijî xwerêveberiyê de li Silopyayê hatibû qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kuçeyê hatibû rawestandin, û tiyê wê Yûsûf Înan, di salvegera kuştina wan de bi bîr anî.
TJA'yê, Taybet Înan a dayik a ku êrişên li dijî xwerêveberiyê de li Silopyayê hatibû qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kuçeyê hatibû rawestandin, û tiyê wê Yûsûf Înan, di salvegera kuştina wan de bi bîr anî.
Taybet Înan (Dayika Taybet) di 19'ê Kanûna 2015'an de dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Silopiya Şirnexê ji aliyê sekvanên çete yên dewleta Tirk ve hatibû kuştin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê hatibû rawestandin. Tiyê wê Yûsûf Înan jî gava xwestibû xwe bigihîne Taybet Înan a birîndar hatibû qetilkirin. Di ser vê hovîtiya dewleta çete re 5 sal derbas bûn.
Tevgera Jinên Azad (TJA), di salvegera qetilkirina Taybet Înan de, ew bi bîr anî. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr, aktivîstên TJA'yê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê, li Taxa Nurê kom bûn û ber bi cihî ve meşiyan ê ku Dayika Taybet lê hatibû qetilkirin û qerenfîl li wir danîn.
Ji Kurdbûna wê tirsiyan
Piştî rêzgirtinê Leyla Gûven got, "Dayika Taybet xwedî nasnameyeke berxweder bû. Kesên ku ji vê nasnameya wê ditirsiyan ew li vê derê qetil kirin. Kesên ku Dayika Taybet qetil kirin, xwestin vê peyamê bidin; li mala xwe rûnin. Cenazeyê Dayika Taybet 7 roj û 7 şevan li erdê hiştin. Em soz didin Dayika Taybet û şehîdan, em ê di rêya we de dimeşin.
Heta ku em hebin, em ê bibin şopdarê vê bûyerê. Em ê li ber xwe bidin."
Heyetê piştî axaftinan, qerenfîl danî cihê ku Dayika Taybet lê hatibû qetilkirin û dûre çû serdana malbatê.
MA/ŞIRNEX