Tiştên diqewimin komkujiya civakê ye

Çarşem 3 Kanûn 2025 - 02:45

Li bajarên Bakurê Kurdistanê û di demên dawî de tundiya fizîkî, zayendî, derûnî, aboriyê û çetetî her ku diçe zêde dibe. Li gelek bajaran bûyerên weke birîndarkirin, kuştin hwd. zêde dibin. Tundî veguheriye pirsgirêkeke civakî. Hevseroka Komeleya Dêrûnnasên Mezopotamyayê (DER-MEZ) Jiyan Ay têkildarî bûyerên ku di demên dawî de li nav civakê zêde bûne axivî.

Jiyan Ay diyar kir ku divê di destpêkê de qala tundiyê bê kirin ku bi kîjan armancê pêk tê û got:“Ev tevger bi xwe bi awayekî zanistî tê kirin. Di nav civakê de gelek bûyer diqewimin, di nav malbatan de dîsa bi vî awayî, di nav kesan de sedem çi dibe bila bibe divê ku tiştên ku tê kirin an ku kes ji bo bigihije armanca xwe serî li tundiyê nede.” Jiyan Ay anî ziman ku dema ku li dîrokê dinêrin tundî weke cureyeke xwe parastinê diderkeve holê û got:“Lê îro ev rewş guheriye êdî tundî ne tenê ji bo xwe parastinê weke alavekê tê bikarînin. Êdî ne tenê ji bo xwe parastinê ji bo berjewendiyên xwe, ji bo armancên xwe yên şexsî, yên komî, yên tevgerî serî li vê yekê didin mixabin. Çi kes, çi kom, çi sazî û dezgehên di nav neteweyan de di nav dewletan de hatine avakirin, ji bo ku armancên xwe pêk bînin teqez serî li vê didin. Ji bo tirs di nava civakê de bêtir belav bibe jî serî li vê yekê didin. Ez nikarim bejim ev yek tenê li Amedê heye. Li gelek bajarên Kurdîstanê, yên Tirkiyeyê, bajarên cihanê gelek kes serî li tundiyê didin. Demekê di nav yên mezin de tundî hebû lê îro ev hatiye asteke wisa êdî zarokên biçûk jî serî li vê yekê didin. Ev tişt encama polîtîkayên ku heyî ne, ev tesîra medya ya civakî ye, rêze fîlmên ku îro di televîzyonan da tên nişan dan û di qada perwerdeyê de ev tiştên ku bi rêya medyaya civakî li zarokan tên ferz kirin. Ev bi xwe tesîrê ne tenê li ser mezinan li ser nifşên nû, li ser zarokan jî dike.”

Mêr zêdetir serî li tundiyê didin

Jiyan Ay destnîşan kir ku mêr li gorî jinan zêdetir serî li tundiyê didin û got:“Rastiyeke bi vî awayî jî heye sedem ew e ku rol û misyoneke bi vî awayî didin mêran. Dibêjin tu mêrî lewma divê tu tola xwe, tola malbata xwe hilînî. Di nav malbatê de kesek hatibe kuştin divê tola wan bê hilanîn. Êdî bûyer her çi be piranî ev tişt bi destê mêran tên kirin. Heke neke jî rol û misyona xwe pêk neanîye û ew kes di nava civakê de nehatiye pejirandin. Ew jî ji bo ku xwe bide pejirandin bibêje ku ez mêrê vê civakê me wê bûyerê pêk tîne. Ev nêrîn jî di nava civakê de heye divê ev rewşe jî di nav civakê de bê guhertin.”

Zanebûna rewşên derûnî kêm in

Jiyan Ay bi lêv kir ku di nav civakê de zanebûna rewşên derûnî, nexweşiyên derûnî kêm in û got:“Lê malbat dereng vê yeke ferq dikin. Kes tê asteke wisa yan zirarê dide xwe yan jî zirarê dide kesên derdora xwe. Yan jî piştguh dikin. Piştguh dikin ji ber ku civak nexweşiyên derunî wek dînbûnê dibîne û naxwazin navekî wisa jî li zarokê xwe bikin. Ji ber wê naşînin nexweşxaneyan jî, ji bo piştgiriyê jî serî li cihekî jî nadin. Dibe ku sedemekî vê bingeha derûnî genetîk be ji hêla biyolojîk ve pirsgirêkek hebe an ji hêla mejî ve pirsgirêkek hebe ev yek tesîrê li ser tevgerên mirovan jî dikin. Carna jî sedem dibe ku meseleyên civakî bin, meseleyên civakî çi ne? An di nav malbatê de pirsgirêk hene. Pevçûn hene, nelihevkirin hene. An jî rewşên din ên civakî, ev çi ne? Rewşa aborî. Rewşa aborî niha pirsgirêka herî girîng e ku tesîrê li ser kesan, li ser dêrûniya wan, li ser tevgerên wan dike. Lê cureyên wê çi ne dibe ku kes ji hêla fîzîki ve vê tundiyê pêk bîne, an bi alavekê zirarê bide kesekê. Dibe ku alav biguherin lê encam yek e. Ev bûyer diguherin dibe ku di dawiyê de kesek bimire jî nemire jî ev li gorî bûyeran diguhere.”

Pêkanînên dewletê modelek e

Jiyan Ay diyar kir ku pêkanînên dewletê û meseleyên civakî nikarin ji hev cuda binirxînin û got:“Rol modelek heye, ev rol û model çi bike em jî wê dikin. Dema îro li meclisê du parlamenter li hev dixin serî li tundiya fîzîkî didin ji zarokan heya mezinan gelek kes li ber televîzyonan li wan temaşe dikin. Ev dibe modelek ji bo wan kesan. Dibêjin ‘ev kes li vê derê vê tiştê dike, ez jî dikarim li her derê vê tiştê bikim.’ Dema ku wezaretek rê li ber bûyerên wiha negire zêdetir bibin sedem ku ev bûyer di nava civakê de biqewimin. Ev jî tesîrê li civakê dike. Dibêje ‘ez kesekê bikujim jî zirarê bidim kesekê jî cezayek zû bi zû nayê dayîn. Bê dayîn jî di nav çend salan de derdikevin. Îro li Tirkiyeyê, li welat krîzeke aboriyê heye. Ev yek gelek zêde tesîrê li civakê dike. Yanî ev dibe sedema ku kes li hemberî hev bêtehamul bibin stresa wan zêdetir bibe ji bo pêşeroja xwe bifikar bibin. An ku xwe di qadeke bêewle de hîs bikin. Niha hêj mirov nikarin pêdiviyên xwe yên bingehîn pêk bînin. Çi ji bo xwarinê çi ji bo vexwarinê. Di rewşeke wiha de bêtehamulbuna kesan jî zêdetir dibe. Ji ber ku dibînin di nava civakê de hiyerarşiyek heye. Dibînin hin kes di nav rehetiyê, xweşiyê de dijîn lê ew bi xwe nikarin xwe bigihînin hemû derfetan. Çi ji hêla xizmetên tenduristiyê ve çi ji hêla xizmetên din ên civakî ve. Ev yek dibe sedem ku kes nikare wê berteka xwe li hember dewletê, saziyên dewletê nişan bide. Ji ber ew tirsa ku bikeve girtîgehê heye kes nikare gotinekê jî bêje. Ji ber vê yekê ew tundî li kesên malbatê an jî li derdorê vedigere. Encameke pêkanînên dewletê ya bi vî awayî heye li ser civakê.”

Xurtbûna têkiliyan tişteke girîng e

Jiyan Ay anî ziman ku bêyî bûyer biqewimin divê pêşî lê were girtin û got:“Çi tundiya di nava malbatê de be çi ya li hember jinan çi ya li hember zarokan be. Divê civak ferqa van cureyên tundiyê bizanibe ku têbigihe ku ev yek cureyeke tundiyê ye rê û rêbazên pêşiyê li vê tundiyê bigire hîn bibin ku bikaribin gavekê biavêjin. Di nava cureyekê de hêj cureyên tundiyê nayên zanîn. Tenê tundiya fizîkî piranî tê zanîn. Lê yên derûnî û aborî nayên dîtin. Ev weke cureyên tundiyê jî nayên hesibandin. Gelek kes tişteke ji rêzê ya jiyana xwe dibînin. Divê herkes teqez parastina xwe bike. Dema bûyereke bi vî awayî qewimî divê kes ji hêla dêrûnî û hiqûqî ve xwe bigihîne saziyan. Piştgiriya herî bi tesîr piştgiriya civakê û kesên derdorê ye. Xurtbûna têkiliyan tişteke girîng e. Divê meseleya ji hev bawerbûnê zêdetir belav bibe. Divê ew rê û rêbazên tên bikaranîn weke çandeke rêbazên aştiyê di nava xwe de bihewîne. Ev tiştên di nava civakê de diqewimin komkujiya civakê bi xwe ye. Evqas di nava civakê de belav bûye. Tehamula kesê ji hev re nemaye.”

AW/FEXREDÎN KILIÇ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.