Tiştek bi hêzên me nebûye

În 10 Mijdar 2023 - 00:03

HPG'ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker 7 û 8'ê Mijdarê Herêmên Parastinê yên Medyayê herî kêm 18 caran bombe kir û got, "Di van êrîşan de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye." Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Herêmên Parastinê yên Medyayê 7 û 8'ê Mijdarê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve 18 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. Medya şerê taybet li ser bingeha şerê psîkolojîk ev bombardûman nepixand. Lê belê di van êrîşan de tiştek bi hêzên me yên gerîla nehatiye. Artêşa Tirk ku li qada şer xitimiye, bi êrîşên hewayî, bombardûmana bejahî, bikaranîna teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî hewl dide encamê werbigire, lê belê li hemberî tedbîrên xurt ên gerîla bê encam maye. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li Herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl

7'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran û nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan û derb li çeperekê hate xistin.

7'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyeke bombebarkirî bi sabotajê hate tinekirin.

7'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê çepereke obusê ya dagirkeran bi çekên nîv otomatîk hate hedefgirtin û derb li vê çeperê hate xistin.

7'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate tinekirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li herêma Metînayê

7'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan.

8'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi çekên giran dest li dagirkeran hate werdan.

Sûcên şer ên artêşa Tirk a dagirker

6 û 7'ê Mijdarê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya herêma Zê çeperên şer 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

6 û 7'ê Mijdarê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê 5 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

6, 7 û 8'ê Mijdarê li herêma Metînayê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 48 caran bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî hatin bombekirin.

7'ê Mijdarê li Herêma Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî çeperên şer 5 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

7 û 8'ê Mijdarê li herêma Zê Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm carekê, li herêma Garê Gundê Bilindbazê, Gundê Girê, qadên Şehîd Aslan, Girê Zengil, Deriyê Hirçê, Kanîsarkê, Gundê Gûzê 12 caran, li herêma Qendîlê qadên Girê Roj, Gundê Bêpala, Gundê Bolê 6 caran bi giştî 18 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

7'ê Mijdarê Herêmên Zê, Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl, Xakurkê û Barzan bi helîkopteran hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.