HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Geverê şehîd bûn, eşkere kir û got, "Hevrêyên me bi wêrekiyeke mezin tirs berda dilê dijmin û derbên giran li dijmin xistin. Em sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe yên hêja û gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehîdan got, "20'ê Hezîrana 2023'an li qada Warê Teço yê Geverê, di navbera komek ji hevrêyên me û artêşa Tirk a dagirker de şer qewimî. Artêşa Tirk a dagirker êrişeke dagirkeriyê bire ser herêma ku hêzên me lê bûn û saet di 06:00’an de hêzên me bi xurtî li tevgera dijmin xistin. Di şer de dagirkerek hate cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker li gel hejmara xwe ya zêde nekarî ji bejahî ve bi ser hêzên me ve biçe, tirsiya ku sîng bi sîng li hemberî hêzên me şer bike û astekê vekişiya. Piştre jî qada ku hevrêyên me lê bû, bi balafirên şer hate bombekirin. Di encama vê bombardûmanê hevrêyên me Avareş Pirsûs, Raman Sine û Serxwebûn Amed şehîd bûn.
Hevrêyên me bi wêrekiyeke mezin tirs berdan dilê dijmin û derbên giran lê xistin.
Hevrêyê me Avareş li bajarê qedîm ê Rihayê li navçeya Pirsûsê ji dayik bû. Ji ber ku bi malbatî koçî Dîlokê kirin, hevrêyê me Avareş li wir, li nava derdoreke welatparêz mezin bû. Sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Avareş bi eşqeke mezin, bawerî û hêviya azadiyê têkoşiya, weke ewladekî leheng ê wêrek ê xelkê me yê Pirsûsê tevlî nava karwanê şehîdan bû. Hevrêyê me Avareş bi meşa xwe ya şoreşgerî wê bibe mînak ji ciwanên Pirsûsê û tevahiya ciwanên Kurd re.
Hevrêyê me Raman li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê li nava malbateke xizan û dilnizm bi exlaqê civakî yê xurt mezin bû. Hevrê Raman ji bo parastina Kurdîtiya azad, mezinkirina têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê xwe, ji bo afirandina Kurdistana azad bêdudilî sala 2018'an li Qendîlê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Raman weke şoreşgerekî Apoyî bi haya ku ji berpirsyariyên xwe yên rojane û dîrokî hebû, li Bakurê Kurdistanê têkoşîn mezin kir. Gelek êrişên dijmin bi rêbaza şer a tîmê pispor pûç kirin. Di heman demê de tevlî wan çalakiyan bû yên ku dijmin xafil zeft kirin û derb li dijmin xistin.
Hevrêyê me Serxwebûn li paytexta Kurdistanê Amedê ji dayik bû. Di dawiya sala 2015’an de hemû qirêjiya modernîteya kapîtalîst li pey xwe hişt, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Serxwebûn tevlîbûna xwe wiha pênase kiribû: ‘Biryara herî rast e ku min di jiyana xwe de daye’. Têkoşîna hevrê Serxwebûn, di serî de ji bo malbata wî ya hêja, ji bo gelê Kurd û me hevrêyên wî serbilindiya herî mezin û çavkaniya moralê ye. Divê her ciwaneke/î Kurd a/ê welatparêz çûyîna hevrêyê me Serxwebûn a ber bi azadiyê ve, xwe gihandina wî ya asta lehengiyê ji xwe re mînak bibîne."
Agahiyên li ser nasnameya şehîdên 20’ê Hezîrana 2023’yan li Geverê şehîd bûn, bi vî rengî ne:
Avareş Pirsûs (Ahmet Demîr), li Rihayê ji dayik bûye.
Serxwebûn Amed (Şehmûs Akyol), li Amedê ji dayik bûye.
Raman Sine (Muhammed Fûad Nusreyî), li Sine ji dayik bûye.
BEHDÎNAN