Tirkmenên MÎT’ê êriş kirine

Yekşem 3 Tîrmeh 2022 - 22:18

  • Piştî ku eşkere bû bombardûmana bi moşekan a li ser bîrên gazê yên li Çemçemal a Kormor a Qadir Kerem ji aliyê Heşdî Tirkmenan ve hatiye kirin, bi belgeyekê diyar bû ku MÎT xwe hîn bêhtir li Kerkûkê bi rêxistin dike.

Piştî ku eşkere bû bombardûmana bi moşekan a li ser bîrên gazê yên li Çemçemal a Kormor a Qadir Kerem ji aliyê Heşdî Tirkmenan ve hatiye kirin, bi belgeyekê diyar bû ku MÎT xwe hîn bêhtir li Kerkûkê bi rêxistin dike.

Dezgeya Istîxbaratê ya Iraqê belgeyek belav kir û ev belge li Kerkûkê hatiye amadekirin. Belge li ser tevnên dijîtal ên ser bi Heşdî Şebî belav bûye. Li serê îmzeya Rêveberiya Istîxbarata Iraqê ya Kerkûkê heye û dema li serê nivîsandî jî 28’ê Hezîranê ye. Hefteya bihurî 10 wesayîtên li ser navnîşanên MÎT’ê hebûn ji Hewlêrê ber bi Kerkûkê ve çûne. Ji van wesaîtan 5 Toyota, 4 Taho û 1 jî Ram bû. 

Li gorî heman belgeyê ew wesayîtên Rêxistina Istîxbaratê ya Tirk (MÎT) li nêzî balafirgeha Kerkûkê hatine dîtin.

Hevaldoşkên PDK´ê Kormor bombe kirine

Hemwextî derbasbûna wan wesayîtên MÎT’ê ya Kerkûkê, êrişên bi mûşekan ên li dijî bîrên petrol û gazê yên Kormor a Qadir Kerem a navçeya Çemçemalê hatibûn kirin.

Li gorî çavkaniyên cihî û dîsa daxuyaniya fermî ya Hîzbulaha Iraqî, Heşdî Tirkmen a girêdayî dewleta Tirk, li pişt êrişa li ser bîrên gaz û petrolê ya Kormor e. Ev jî dide nîşandan ku hatina şandeya MÎT’a Tirk a ji bo Kerkûkê vê yekê jî piştrast dike.

Li gorî vê belgeyê Saziya Îstixbarata Iraqê kariye cihê MÎT’a Tirk a li Kerkûkê eşkere bike, lê heta niha ti helwêstek nehatiye nîşandan.

Demeke dirêj e aliyên siyasî û partiyên Kurdî balê dibin ser metirsiya dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê û bi taybetî li ser Kerkûkê. Bi dehan caran dewleta Tirk a dagiker diyar kiriye ku Kerkûk a wan e û ji bo bi destxistina Kerkûkê bi rêya Eniya Tirkmen û Kerkûkê amadekariyan dike.

Dewleta Tirk bi rêya Eniya Tirkmen hejmarek çeteyên bi navê Heşda Tirkmen ava kiriye. Li gorî belgeyên ku berê parlamenterê berê yê Iraqê Şiwan Dawidî dabûn ANF’ê, ew çete ji aliyê Tirkiye ve hatine perwerdekirin û mûçeyên wan jî ji aliyê Tirkiye ve tê dayîn.

ANF/KERKÛK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.