Tirkmen û PDK li dijî Mexmûrê

Çarşem 1 Îlon 2021 - 03:38

  • Nûnerên xelkê mexmûrê ji ber êrişên li dijî karkerên ji mexmûrê, giliyê êşkencekaran kir. Berdevê Saziya Karên Derve ya Wargeha Mexmûrê Nêçîrvan Bulut jî dibêje, "Ev êriş helwestêke li dijî Kurdan hemûyan e. Dixwazin Kurdên ji Kerkûkê derxin".

IDRÎS KARA / MEXMÛR

Ji 17’ê Tîrmeha 2019’an ve rêveberiya Herêma Kurdistanê nahêle ti kes ji wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) biçe Hewlêrê û bajarên din ên di bin desthilatdariya PDK’ê de. Ev zêdetirî du salan e ku hîna jî rêgirî heye. Karkerên Mexmûrê ji ber rêgiriyê neçar dimînin berê xwe bidin Silêmaniyê û bajarên Iraqê. Rêyeke dûr û dirêj didin ber xwe, di rê de metirsiya çeteyên DAIŞ’ê heye. Êdî li rex DAIŞ´ê, komên çete yên Tirkmenên girêdayî dewleta Tirk jî tehlûke ne.

Herî dawî 24’ê Tebaxa 2021’an 5 karkerên wargehê yên li Silêmaniyê kar dikirin, xwestin vegerin malê. Karker piştî ku ji Kerkûkê dibihurin, li seytereyeke biçûk a Dibis a ser bi Kerkûkê, tên binçavkirin. Tirkmen wan dixin nezaretê û ji wir wan dibin Bexdayê, gef, êşkence û heqaretê li wan dikin. Li ser vê mijarê, karkerekî mexdûr, Berdevkê Saziya Karên Derve ya wargehê Nêçîrvan Bulut û Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hecî Kaçan ji me re axivîn.

‘Bi rêzê ve li me xist’

Despêkê karkerê mexdûr ê ku ji ber ewlekariya xwe, nexwest navê wî bê nivîsîn, axivî. Karkerî got, ji ber ku ew ji bo debara xwe diçin û tên, naxwaze navê wî bê nivîsîn. Ew li ser dema di nezaretê de wiha peyîvî; “Em çûbûn Silêmaniyê û li wir me kar dikir, piştî ku karê me xilas bû, me xwest em vegerin malê. Me seytereya Kerkûkê ya giştî jî li pey xwe hişt, em hatin Pirdê, li wir jî em hatin seytereyeke piçûk a Dibisê. Li wir li nasnameyên me nêrîn, nehêlan em derbas bibin. Em 7 saetan li wir hiştin û piştre radestî muxaberatê kirin. Heta saet 18:00’ê êvarê, em li wir sekinandin, piştre wesayîteke camreş a çekdar tê de, hat gel me. Tirkmen bûn, em ji wir birin Kerkûkê û birin cihekî. Dema em çûn, ketin nav malê, me silav da. Lê kesê li benda me, ebayekî Ereban li xwe kiribû, li me xist bi rêzê ve li me hemûyan xist.” 

Lahor Şêx Cengî!

Karkerî da zanîn ku zilamê li wan xistî ji wan re gotiye, "Hûn niha ji mala Lahor Şêx Cengî tên û hûn ji bo parastina wî çûbûn Silêmaniyê. Ez dizanim Lahor PKK ye. Me got, em karker in, lê wan got hûn gerîla ne û ji Qendîlê diçin Suriyeyê. Ji me re gotin, hûn çawa ketine Kerkûkê. Heta wî zilamî li wir bi telefonê li seytereya giştî ya Kerkûkê geriya û gef li wan xwar. Zilam di telefonê de ji rayedarên seyterê re got, ku ez ê sibe werim û kesên van Mexmuriyan derbas dikin, ceza bikim.”

Kelepçekirî birin Bexdayê

Karker miameleya bi wan hatî kirin wiha rave kir: "Em avêtin xurfeyek piçûk û sar, ji me re gotin, deng ji we neyê, û her dihatin, li me dixistin. Heqaret li me dikirin. Siharê careke din kesên sivîl hatin û gotin, em ê we bibin Bexdayê. Bi wesayîtên camreş û sivîl, destê me kelepçekirî em birin Bexdayê. Li wir Ereb bûn, lê Tirkmenên sivîl û çekdar jî bi me re bûn. 
Nivîsek anîn, çavê me girtî bû û destê me danîn ser, mohr kirin. Me nedizanî çi nivîsandine bi zorê bi me dan mohrkirin. Dest û çavê me girêdayî, me carekê xwarin xwar. Ji min pirsîn, hûn kî ne, kî we bi rê ve dibe. Min gotê, şaredarî û meclisa me heye, herkes vêna dizane û em xwe bi xwe bi rê ve dibin. Piştre ez avêtim ber rojê û 40 deqan li wir hiştim. Hevalên min hemû jî ketin ber lêpirsînê. Careke din bi darê zorê û gefê nivîs bi me dan îmzekirin.”

Miameleyên keyfî bi dawî bikin

Karkerî ji bo ku pirsgirêk were çareserkirin, bang li hikûmeta Iraqê kir û got, “Em êdî naxwazin ev miameleyên keyfî bi me re bên kirin. Ev astengî divê werin rakirin û pirsgirêk werin çareserkirin. Nasnameyên me fermî ne û li Iraqê hemûyî lê ne.”

Bêdengî hevkarî ye 

Hevserokê Meclîsa Gel a wargehê, Hecî Kaçan jî da zanîn ku ji roja ew penaber bûne û vir ve, êrişên li dijî wan dewam dikin. Kaçan bi bîr xist ku sala 2014’an bi DAIŞ’ê êrişî Mexmûrê kirin, di 17’ê Tîrmehê de PDK’ê rê li wan girt, dewleta Tirk ji wê rojê ve wargehê bombebaran dike: “Ev êriş hemû bi hev ve girêdayî ne, herî dawî li Kerkûkê rê li xelkê me girtin. PDK herêma di bin desthilatdariya xwe de li me qedexe kir, bêguman wê ev yek li ser daxwaza Tirkiyeyê kir. Ji ber ku NY û Iraq bêdeng in, ew jî hevkarê wan in. Êrişê şermezar dikin, lê ti gavên girîng neavêtin. Hewlêr û Dihok çawa ketiye bin kontrola Tirkiyeyê de, li Kerkûkê jî tevgera Tirkmenan zêde bûye. Ev bêhtirî 3 mehan e ku ji bo me li Kerkûkê astengî tên çêkirin. Gefan li me dixwin rêgirî heye, dema sefîrê Tirk ê nû yê Bexdayê hat, vê konseptê li Kerkûkê li dijî me dest pê kir. Tirkbûnê didin pêş, dibêjin, Kerkûk û Mûsil axa Tirkan e. Li gorî polîtikaya Tirkiyeyê ev tê meşandin.”

Nijadperestiya Tirkmenan veguherî şidetê

Kaçan da zanîn ku dema karker, nexweş ji Silêmaniyê vedigerin, rê li wan digrin û nahêlin welatî vegerin malên xwe. Kaçan di dewamê de behsa sedema van êrişan kir: “Armanca sereke, dixwazin îradeya gel teslîm bigrin, ji ber ku heya niha hemû rê û rêbaz ceribandin, lê gelê me serî li ber wan ne tewandiye. Dixwazin bi rêgiriya Kerkûkê, dorê li me teng bikin û me neçarî teslimyetê bikin. Êdî gef û nijadperesetiya Tirkmenên Kerkûkê vê dawiyê veguheriye şidetê jî.”

Kaçan ji bo êrişa dawiyê jî wiha axivî: “Herî dawî 5 karkerên me li Kerkûkê hatin binçavkirin. Çav, dest girêdan û li wan xistin. Kesên bi karkeran re jî diaxivîn, hemû Tirkmen bûn. Li Kerkûkê êşkence li wan hatiye kirin. PDK û Tirkiye dixwazin pîlana xwe ya qirêj a li dijî gelê Kurd, Tevgera Azadiyê, li dijî xelkê Mexmûrê jî bidin meşandin. Ji karkeran re gotine, hûn PKK ne, gerîla ne. Tirkiye û PDK van tiştan dikin, ji ber ku dema Erdogan êrişî me dike, dibêje ji ber ku PKK li wir heye. Li Kerkûkê heman tişt ji wan ciwanan re gotine.”

Serokê Bereya Tirmenan a girêdayî dewleta Tirk, Erşad Salihî 14’ê Tîrmehê gefa êrişan li dijî wargeha Mexmûrê xwaribû. Kaçan ev yek bi bîr xist û got, "Erşad Salihî got, em ê li hemberî xelkê Mexmûrê êrişan bikin. Îro em dibînin ku ev êrişa dawî jî encama daxuyaniya Erşad Salihî bû. Me rasterast ji NY û Iraqê re ev got, wan jî got, danustandineke Tirkmenan e û şexsî ye."
 
Giliyê êşkencekaran tê kirin

Rayedarên Iraqê xwe li meseleyê kerr û kor kirine: "Kerkûk ketiye bin desthilatdariya Tirkiyeyê. Îro jî em ji wan dipirsin, dibêjin agahiya me ji rêgiriyeke wisan nîne. Ev helwêst wê serê Iraqê biêşîne. Em ê giliyê êşkencekaran bikin. Me li ser vê xebat daye meşandin, çalakiyên me yên demokratîk di paşerojê de derkeve pêş.”

Kaçan di dawiyê de bang kir, heger Kurd li dijî dagirkeriyê bê helwêst bimîne, wê dereng bibe. Em bang li saziyên mafê mirovan hemûyan, partiyên Herêma Kurdistan û Iraqê dikin, bi erk û berpirsyariya xwe rabin. Heger pêşiya van êrişane neyê girtin, em ê bizanin ku NY û Iraq jî hevkar in."

Çeteyên PDK û delweta Tirk in

Berdevê Saziya Karên Derve ya Wargeha Mexmûrê Nêçîrvan Bulut jî behsa sedema astengiyên li Kerkûkê ji bo xelkê wargehê kir. Nêçîrvan Bulut got, ku piştî sefîrê Tirkiyeyê yê Bexdayê hat guhertin, li aliyê Musil û Kerkûkê ji bo xelkê Mexmûrê astengî êdî tên çêkirin: “Ji bo çareseriya pirsgirêkê hevdîtinên me dewam dikin, li Kerkûkê ji aliyê dewleta Tirk û PDK’ê ve komek çete hatiye birêxistinkirin. Dema ev Tirkmen ne li seytereyê bin, ji bo xelkê me ti pirsgirêk nîne, lê li wir bin dizivirînin. Ev ne helwêsta Hikûmeta Iraqê ye.”

Nêçîrvan got, "Li Kerkûkê bi emrê dewleta Tirk, xasma jî sefîrê nû yê Bexdayê, koma çete hatiye avakirin. Iraqê hîna tiştek nekiriye. Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî dikin hincet. Dibêjin, hûn parastina Lahor dikin. Li ser wargehê tehlûkeya PDK, DAIŞ û niha jî ya Tirkmenan heye. Em dixwazin ew koma çete were tesbîtkirin û ji bo vê jî em li benda Iraqê ne. Wezareta Koç û Koçberan û Neteweyên Yekbûyî jî hatine agadarkirin. Divê Kurd bizanin, ev êriş helwestêke li dijî Kurdan hemûyan e. Dixwazin Kurdan ji Kerkûkê derxin, ji bo vê, pêwîst e her kes xwedî helwêst be.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.