Tirkiyeyê dagir kiriye Iraq tenê gazinan dike

Çarşem 29 Hezîran 2022 - 22:30

  • Berdevkê wezareta Karên derve ya Iraqê:  Lihevkirinek di navbera Iraq û Tirkiyeyê de nîne. Hikûmeta Iraqê ya piştî sala 2003’yan ne girêdayî wê lihevkirina serdema rejîma Beesê ye. Em rê nadin ti alî serweriya xaka Iraqê binpê bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku ti hincetek ji bo dagirkeriya dewleta Tirk a li ser serweriya xaka Iraqê nîne û got, “Hemû lihevkirinên derbarê vê mijarê de red dikin, Tirkiye gelek caran dibêje, wana bi Iraqê re li hev kiriye, lê ev yek ne rast e.” Endamê Lijneya Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê, Amir Fayiz jî ji hikûmeta Iraqê xwest li dijî dagirkeiriya dewleta Tirk tedbîrên pêwîst bigire. 

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf di bernameyek televziyonê ya kanala KNN’ê de, behsa êrişên dewleta Tirk yên li ser serweriya xaka Iraqê kir.

Ehmed Sehaf destpêkê derbarê bombebarana dewleta Tirk û Îranê got; “Derbarê şermezarkirina hemû destdirêjiyên li ser xaka Iraqê, helwêsta me zelal û diyar e. Bi taybet li Herêma Kurdistanê gelek kes şehîd bûne û bûne qurbanî. Destdirêjî bûye sedema bi hezaran kes koçber bibin, derbarê mijarê de her carê jî Wezareta Derve ya Iraqê bi awayekî fermî helwêsta xwe li dijî êrişan ragihandiye û şermezar kiriye.

Herwiha belgenameya nerazîbûnê jî ji bo wan aliyan bi fermî hatiye pêşkêş kirin.”

Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Iraqê derbarê lihevkirinên li ser êrişên ser xaka Kurdistanê ku dewleta Tirk behs dike jî got; “Ti lihevkirineke ku rê bide dewleta Tirk bikeve nav xaka Iraqê di navbera Iraq û Tirkiyeyê de çênebûye.”

Ehme Sehaf behsa îdayên dewleta Tirk ên ku dibêjin "Me bi Iraqê re lihevkiriye" jî kir û got; “Gelek caran Tirkiye behsa lihevkirineke xwe ya bi Iraqê re dike, lê ev yek ne rast e. Ya ku heyî tenê lihevkirineke di civîna navbera Tirkiye û Iraqê de ye ku di serdema rejîma Beesê de hatibû kirin. Ew jî wê demê hatibû gotin, Tirkiye dikare 5 kîlometre bikeve nava xaka Iraqê. Lê ev jî wê bi agahdarî û razîbûna Iraqê pêk bihata. Lê ev lihevkirin piştî sala 2003’yan bi dawî bûye, ew jî tenê lihevkirineke di civînekê de bû. Yanî ne lihevkirineke di navbera Iraq û Tirkiyeyê de bû.

Hikûmeta Iraqê ya piştî sala 2003’yan ne girêdayî wê lihevkirina serdema rejîma Beesê ye. Em rê nadin ti alî serweriya xaka Iraqê binpê bike.”

Ji hikûmetê xwest tedbîran bigire

Endamê Lijneya Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Iraqê, Amir Fayiz bang li Hikûmeta Iraqê kir da ku li dijî êriş û bombebarana dewleta Tirk li ser Herêma Kurdistanê tedbîrên pêwîst bigire.

Amir Fayiz ji Rojnews re got, Hikûmeta Iraqê heta niha jî li dijî dagirkerî û bombebarana dewleta Tirk ya li ser Herêma Kurdistanê, ti tedbîreke pêwîst negirtiye. Fayiz da zanîn ku li hemberî êriş û bombebarana dewleta Tirk, nerazîbûneke tund nehatiye raberkirin û wiha dewam kir: “Ji bo tedbîrên li dijî hêzên dewleta Tirk ên li Bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistan) em ê daxwazên xwe careke din nû bikin. Bi milyaran dolar bazirganî tê kirin, em xwediyê karta guhertina bazirganiyê ne. Divê ev yek li dijî aliyê Tirkiyeyê were bikaranîn û liv û tevgera wan a li Iraqê were sînordarkirin. Divê Hikumet ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk, tedbîrên pêwîst bigire. Tirkiye rêzê li serweriya xaka Iraqê nagire, lewre di qada navneteweyî de divê doz lê were vekirin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.