Tirkiye wê hesab bide

Sêşem 21 Hezîran 2022 - 21:50

  • Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Dewleta Tirk rojane bi balafirên bê mirov êrişan dibe ser xelkê Şengalê.

BÊRÎVAN ŞENGALÎ / ROJNEWS / ŞENGAL

Ji serokeşîrên Şengalê, Mam Seydo êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê weke êrişên hovane û terorî bi nav kir û got, “Yên êriş dikin, wê hesabê wê jî bidin, roj wê were yek bi yek wê hesabê kuştina zarok û jinên Êzîdî bê pirsîn. Em ti carî dev ji ax û ava xwe bernadin, 74 ferman bi ser me de hatin, me serî netewand, em ê dîsa serî netewînin. Em bi saya serê gerîla hatin vir.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Dewleta Tirk rojane bi balafirên bê mirov êrişan dibe ser xelkê Şengalê. Di êrişa herî dawî de zarokekî 12 salî li Sinûnê jiyana xwe ji dest dabû û 7 kes jî birîndar bûbûn.

Serokeşîrê bajarokê Til Izer ê ser bi Şengalê, Mam Seydo êrişên dewleta Tirk wek êrîşên hovane û terorî binav kir û got; “Hertim ji te re naçe serî ku tu lêbidî, li civakê bidî, li Êzîdîyan bidî. Tuyê her hesabê vê bidî. Rojekê em ê van hemûyan derbarê Tirkiyê de vegerînin hesabpirsînê, em ê bînin bîra wan, we filan demê zarokên me, jinên me kuştine. Em ê hesabê fermana 3´yê Tebaxê jî bipirsin, madem huquqên dewletan nas nakî her ya xwe bi kêfa xwe dikî, tê hesabê wê jî rojekê bidî.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.