Pisporê Rojhilata Navîn ê ji Başûrê Kurdistanê Niyaz Hamîd têkildarî bandora çalakiyên gerîla û planên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê axivî û got:“Çalakiyên gerîla bandoreke mezin li ser raya cîhanê, Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê kir. Çapemeniya dewleta Tirk hewl da rastiyên heyî berovajî nîşan bide. Lê bê encam man ku dîmenên çalakiyan hemû rastiya wan derxist holê. Serkeftina gerîla li Tirkiyeyê di aliye siyasî, leşkerî, dîplomasî û civakî de bandoreke mezin kir. Li Tirkiyeyê nerazîbûna gelê Tirk li dijî dewletê derketin. Ew leşkerên wan ên Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, bê moral bûne û tirseke mezin ketiye dile wan.”

Dewleta Tirk li şirîkan digere

Niyaz Hamîd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker piştî serkeftina gerîla dixwaze hikumetên Îran, Iraq û çeteyên PDK`ê ji xwe re bike şirîk û got:“PDK nikare tenê li dijî gerîla tev bigere, ew hêza wê tune ye. PDK ji bo wê dixwaze şirîkekî din di nav hêzên Kurdan de wekî YNK`ê çêke. PDK û dewleta Tirk zextê li YNK`ê dikin ku dixwazin YNK beşdarî şer bibe. Dewleta Tirk dixwaze Îran û hikumeta Iraqê jî êrişî Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê bikin. Hêza hikumeta Iraqê gelekî lewaz e ku nikarîbû li dijî DAIŞ’ê şer bike, wê çawa li dijî gerîlayên modern şer bike? Hikumeta Iraqê vê rastiyê baş dizane. Lê Tirkiye dixwaze wekî salên 1990’an PDK û YNK`ê li dijî gerîlayan tevlî şer bike. Di sala 2011`an de Îran û Tirkiyeyê li dijî Qendîlê li hev kiribû ku êrişan pêk bînin. Me dît ku çawa artêşa Îranê di vê planê de bi bin ket. Piştî binkeftinê daxwaza aştiyê ji gerîla kir. Niha jî naxwaze careke din li dijî gerîla bikeve nava şer. Ji ber wê dewleta Tirk niha jî dixwaze rasterast PDK`ê bixê nava şer. Gel vê napejirîne û li dijî wan derdikevin.” 

Dibe hin cihên PDK’ê bikin hedef

Niyaz Hemîd destnîşan kir ku PDK û dewleta Tirk ji bo li dijî gerîla şer bidin destpêkirin, çend senaryo amade kirine û got:“Dibe ku dewleta Tirk bi balafirên xwe yên keşfê û tankên xwe çend cihên PDK`ê bike hedef û PDK bibêje gerîlayan ev kirine. PDK`ê gelek caran ev kirine û ez texmîn dikim ku wê çend rojên din pêk bînin.” Niyaz Hamîd diyar kir ku ger plana dewleta Tirk têk biçe, wê neçar bimîne ku pêvajoyeke aştiye bixwaze û got:“Wekî birêz Cemîl Bayik di sala 2021`an de gotibû `Ger guftûgo dest pê bike divê aliyekî sêyem wekî NY, YE hebe.` Ji bo vê divê destpêkê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û Rêber Abdullah Ocalan bê serbestberdan.”

ANHA/CÎHAN BÎLGÎN