• Rewşenbîrên Êzîdî yên Şengalê, dibêjin, Tirkiye û PDK naxwazin ku Êzîdî bibin hêz.

Rewşenbîrên Êzîdî yên Şengalê, dibêjin, Tirkiye û PDK naxwazin ku Êzîdî bibin hêz û bang li hemû hêzên Kurdan dikin da ku li dora yekîtiya neteweya Kurd bibin yek. 
Piştî ku Hikûmeta Herêma Federe a Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li ser rewşa Şengalê di 9'ê Cotmehê de peyman îmze kir, nerazibûnên civaka Êzîdî ya Şengalê  dewam dikin. Nûner û rewşenbîrên Êzîdî, nerazîbûn nîşanî helwêsta PDK'ê û Tirkiyeyê da û wan xwest hêzên Kurdan hemû li dijî van pîlan û lîstikan bibin yek.
Rojnamevan Berekat Îsa û Dr. Xelîl Xaltî ji 511 rewşenbçîran in ku ev deklerasyoan hanê îmze kiribûn.  
Rojnamevanê Êzîdî Berekat Îsa dibêje, PDK'ê li gorî menfaeta şexsî peyman îmze kiriye: "Niha dixwazin YBŞ ji Şengalê derkeve. Lê YBŞ hêz û zarokên esasî yên Şengalê ne. YBŞ, pêşmergeyên Êzîdî û gelên herêmê dikarin hêzekê ava bikin. Şengal êdî naxwaze têkeve bin serweriya PDK'ê. Gel dixwaze vîna civaka sivîl esas bê girtin. Hikûmeta Iraqê û PDK nikarin li ser navê Êzîdîyan biryarê bidin." 
 
Pîlan dikin Kurdan tine bikin

Dr. Xelîl Xaltî yê Êzîdî jî dibêje, "Di vê peymana Hewlêr û Bexdayê de rola Tirkiyê pirr zêde ye. Tirkiye dixwaze bi rêya Barzaniyan Şengalê dagir bike. Naxwazin Êzîdî bibin xwedi hêzeke siyasî. Dewleta Tirk Êzîdîyan ji bo xwe tehlûkeyeke mezin dibînin. Dixwazin Kurdan bê kok bihêlin û ji rastî û cewhera xwe dûr bixin.
Niha li Başûr qereqolan ava dikin. Tirkiye dixwaze hebûna xwe ya fîzîkî li herêmê mayînde bike. Barzanî dibêje 'Eger Kurdên Êzîdî hişyar bibin, Kurdên din jî dê hişyar bibin. Ji bo îqtîdara xwe dest didin dijminê xwe. Lê ji dijminê bav û kalan dostanî nabe." 

MA/STENBOL