Tirkiye û DAIŞ hevkar bûn

Çarşem 26 Nîsan 2023 - 00:55

QSD`ê diyar kir ku êrişa dewleta Tirk a li dijî Qereçoxê ya 25′ê Nîsana 2017′an, hevkariya dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ`ê eşkere kiribû. QSD´ê wekî din got, dewleta Tirk a dagirker hîna bi awayekî hovane êrişî herêmê dike û gefê lê dixwe.

Doh salvegera 6`an a êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî çiyayê Qereçoxê yê devera Dêrikê ya kantona Qamişloyê bû. Bi vê wesîleyê, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da û got, “Em îro 20 hevalên xwe yên ku beriya 6 salan di encama êrişa dewleta Tirk a li dijî Navenda Fermandariya Operasyona Leşkerî ya li dijî DAIŞ’ê û Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Çiyayê Qereçoxê yê herêma Dêrikê şehîd bûbûn, bi bîr tînin. Her wiha em helwêsta welatparêzî û exlaqî ya birûmet a gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi bîr tînin; gelê me li dijî terora Tirkiyeyê serî hilda û bi deh hezaran ber bi çiyayê Qereçoxê ve bi rê ket û dilsoziya xwe ya bênavber ji şehîdan re nîşan da. Ew helwêsta welatparêzî bû yek ji nirxên bingehîn û mayînde yên vî gelî li beramberî şervanên me yên ku canê xwe ji bo parastina jiyana gelê xwe feda kirin.

Êrişa dewleta Tirk a li dijî Qereçoxê, tişta ku di belge û vîdyoyan de li ser hevkariya eşkere ya dewleta dagirker û rêxistina terorîst a DAIŞ`ê û hemahengiya êrişên wan li ser herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca astengkirina têkoşîna me ya li dijî terorê piştrast dike. Ji ber ku hêzên me wê demê di qonaxên pêşketî de bûn, ji bo jinavbirina paytexta rêxistina terorîst Reqa, êrişên Tirkiyê alîkariya DAIŞ`ê kirin.

 

Tirkiye hîna jî gefan dixwe

Hemwextî êrişa li ser Qereçoxê bi bibîranîna salane ya qetlîama ku ji aliyê Tirkiyeyê ve beriya nêzî sedsalekê li dijî zêdetirî milyon û 500 hezar Ermenî bû. Dîroka hovane ya dewleta dagirker a ku li ser esasê tinekirina gelên resen hatiye avakirin, bê dudilî îsbat dike. Dagirkeriya Tirk êrişên hovane li dijî gel û herêmên me didomîne û bi berdewamî gefan li wan dixwe û careke din hewla xwe ya ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji bo vejandina DAIŞ’ê û peydakirina pêgeheke ewle ji bo wê, nîşan dide li ser hesabê ewlekarî û aramiya bi milyonan xelkên Rojhilat û Bakurê Sûriyê ku her tim rastî êrişên dualî yên DAIŞ û Tirkiyê tê. Di demekê de ku em û hevkarên xwe balê dibin ser tinekirina şaneyên terorîst, dewleta dagirker hemû derfetên xwe bikar tîne da ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibe.

Hêzên me bi berpirsyarî têdikoşin û şervanên xwe yên herî binirx feda dikin ji bo paşerojeke ewle ji bo gelê me û herêmê. Ti carî dest ji tekoşîna me ya bi nirx nayê berdan û bi dilsoziya bi xwîna şehîdên xwe re, em ê li ser şopandina rêbazên berxwedanê yên nûjen ji bo têkbirina dagirkeriya dewleta Tirk û rizgarkirina herêmên xwe yên dagirkirî, berdewam bin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.