Tirkiye sûc dike

Sêşem 1 Hezîran 2021 - 04:50

Parlamenterên Iraqê dibêjin, ji ber ku Hikûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê li hemberî dagirkeriyê bêdeng in, dewleta Tirk sûcên xwe dewam dike. Parlamenteran da zanîn ku dewleta Tirk piştî kuştin û komkujiyan, niha dest bi wêrankirina xwezayê kiriye: “Divê êdî helwêsteke zelal hebe û ev yek neyê qebûlkirin.”

Parlamenterê Iraqê Mihemed Beldawî derbarê dagirkeriya dewleta Tirk de got, ji ber ku Hikûmeta Iraq û ya Herêmê li hemberî dagirkeriyê bêdeng in, dewleta Tirk sucên xwe dewam dike.

Beldawî di dewamê de got, dagirkeriya dewleta Tirk piştî kuştina xelkê sivîl û komkujiyan, îro dest bi jinavbirina xwezaya Herêma Kurdistanê kiriye. Beldawî xwest Parlamena Iraqê bibe xwedî helwêst.

Parlamenter Katii Rikabî jî li ser heman mijarê nêrînên xwe parve kirin. Rikabî weke sedema dagirkeriya dewleta Tirk ya hemberî Başûrê Kurdistanê û xwezaya wê, weke nîşannedana helwêstê û bêdengiya Hikûmeta Bexda û ya Hewlêrê dibîne.

Rikabî got, endamên parlamena Iraqê dixwazin, parlamen li ser dagirkeriya dewleta Tirk û sûcên wê yên li hemberî gelê Kurd, bicive. Rikabî xwest aliyên Iraqê hemû, helwêstê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk nîşan bidin.

Gelo lihevkirina PDK´ê û dewleta Tirk heye

Çavdêrê siyasî Felah Meşel jî behsa kiryarên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê kir û got; “Hinek aliyên siyasî yên Iraqê nêzî Tirkiyeyê ne. Li aliyekî jî bi parastina serweriya nîtştimanî re ne, lê li aliyê din çavê xwe miç dikin li binpêkirinên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan. Ev bêdengiya Hikûmeta Bexda û ya Hewêrê ya li hemberî dagirkeriyê gumanan bi xwe re çêdike. Li gorî vê bêdengiyê, ya li herêmê çêdibe, di çarçoveya lihevkirina di navbera siyasetvanên Kurd û Tirk de ye. Eger ev ne rast be, çawa Enqere dikare van sûcên xwe dewam bike. Sûcên li hemberî xwezayê, wê bibe sedema karesata jîngehê û belavbûna nexweşiyên mezin.”

ROJNEWS/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.