Tirkiye şirîkê sûcên çeteyan e

În 24 Adar 2023 - 02:17

Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) têkildarî kuştina Kurdan a ji ber vêxistina agirê Newrozê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê daxuyaniyek da û diyar kir ku dewleta Tirk şirîkê vî sûcî ye.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker şeva Newrozê li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî 4 welatiyên ji heman malbatê qetil kirin.

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) têkildarî mijarê raporek belav kir û got; “3 bira û lawê yekî ji wan bi guleyan hatin qetilkirin, kesekî din ku nêz bû jî birîndar bû û rewşa wî giran e, her wiha du kesên din jî bi sivikî birîndar bûn.”

Cihgirê Gerînendeyê Beşa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya HRW`ê Adam Coogle got, “Ev sûcên qetilkirinê piştî zêdetirî 5 salan ji binpêkirinên mafên mirovan, tê kirin.”

Di rapora rêxistinê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk rê da wan çeteyan ku li herêmên di bin serweriya wan de dan û standina xirab nîşanî kesên li wir bidin.

 

Tirkiye hêzeke dagirker e

Di raporê de bal hat kişandin ku Tirkiye wekî hêzeke dagirker û piştevana çeteyên li herêmên serweriya wê yên li bakurê Sûriyeyê, neçar e ku van bûyerên qetilkirinê lêpirsîn bike û sûcdaran muhasebe bike.

Di berdewama raporê de bang li Tirkiyeyê hat kirin ku piştevaniya çeteyên ku mafên mirovan û qanûna mirovî ya navneteweyî binpê dikin, rawestîne.

Li bajarê Efrînê yê dagirkirî, gund û navçeyên wê xwepêşandanên li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên piştî komkujiya Cindirêsê destpê kirin, dewam dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.