Tirkiyê Rêber Dosky dersînor kir

Sêşem 14 Mijdar 2023 - 01:00

Hat zanîn ku dewleta Tirk hefteya bihurî rojnamevan û derhênerê filman Rêber Dosky kiriye nezaretê û paşê ew dersînor kiriye. Rêber Dosky 3 rojan di nezaretê de hatiye ragirtin. Gava ku wî dixwest vegere cihê lê dimîne yanî Holandayê, li balefirgehê ew hatiye girtin. Hevala Rêber Dosky ya hingê pê re konsolosxaneya Holandayê ji bûyerê agahdar kiriye.

Rêber Dosky nexasim jî bi belgefilmên xwe yên li ser mijarên insanî di asta navneteweyî de jî navdar e. Wî bi xwe ji çapemeniya Holandayê re got, dewleta Tirk ew bi tohmeta “çalakiyên terorîst” gunehbar kiriye. Rêber Dosky ji bo projeya xwe ya nû ya belgefilmî çûbû Bakurê Kurdistanê. Wî got, “Mirov qet nikare zanibe, ka sedem çi ye. Lê ez wisa dihizirim ku karê min ê hunerî bûbe sedem ku mohra terorîzmê wiha li min xistine.”

Dewleta Tirk li ser zexta Holandayê Rêber Dosky berda lê ew dersînor kir. Hat zanîn ku Dosky wê êdî nikaribe projeya xwe dewam bike.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.