Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûrî (SOHR) rojane dewleta Tirk bi maşînên xwe yên leşkerî 20 kesan ji herêmên dagirkirî yên li Girêspî û Serêkaniyê, bi qaçaxî dibe Tirkiyeyê. Ji bo vê jî serê şexs heta bi 6 hezar dolaran ji mirovan distîne. 

SOHR agahiyên xwe disipêre çavkaniyên xwe yên li cihê cih û dibêje, hêzên dagirker ên dewleta Tirk û serekçeteyên wê li deverên dagirkirî ên li Girêspî û Serêkaniyê qaçaxçîtiya mirovan dikin.

Heman çavkanî didin zanîn ku dagirker penaberan di maşînên leşkerî de dibin Tirkiyeyê. Di berdêla vê de jî serê şexs 4 hezar ta 6 hezar dolaran distînin. Heman çavkaniya got, dagirker rojê qederê 20 kesan bi vî awayî dibin Tirkiyeyê. 

Gelek çavkaniyan beriya niha jî dabû zanîn ku dagirkeran û hin hevkarên wan ên qaçaxçî bi hev re kar kirine, penaber li ser sînor dane girtin da ku çete paşê ji wan fîdyeyê bixwazin. 

NAVENDA NÛÇEYAN