Endamê parlamentoya Iraqê Ebdulmehdî Seedawî diyar kir ku Tirkiye amade ye li hemberî rawestandina doza li dijî xwe, dahata neftê hemûyî vegerîne Bexdayê.

Li gorî agahiyên parlamenterê Iraqê Ebdulmehdî Seedawî, di serdema hikûmeta Heyder Ebadî de, ji ber ku Tirkiye nefta herêmê difiroşe, li dijî Tirkiyeyê doz li dadgeha navneteweyî hatibû vekirin. Ebdulmehdî got, doza li dadgeha navneteweyî li dijî Tirkiyeyê, hatiye rawestandin.

Parlamenterê Iraqê Ebdulmehdî li ser sedema rawestandina doza li hemberî Tirkiyeyê ya ji aliyê Bexdayê ve got, “Pereyek zêde yê firotina nefta Herêmê li bankên Tirkiyeyê de hatiye rawestandin. Tirkiye dizane dosya Bexdayê wê li ser wan giran bibe, ji bo vê dibe ku wan pereyan vegerîne ji bo Hikûmeta Iraqê. Tirkiye amade ye li hemberî rawestandina doza li dijî xwe, hemû pereyên dahata nefta hatî firotin, radestî Bexda bike. Herwiha amadeya dahata nefta Ceyhanê vegerîne Bexdayê.”
Ebdulhadî got, ger doza li dijî Tirkiyeyê dewam bike, dibe ku dadgeha navneteweyî nêzî 62 milyar dolar tenzîmat ji Tirkiyeyê ji bo Iraqê bixwaze.

BEXDA