Tirkiye operasyonên terorîstî dike

Duşem 4 Nîsan 2022 - 22:12

  • “Dewleta Tirk rojane li dijî gelê Kurd operasyonên terorîstî dike, ev yek jî bi agahdariya Hewlêr û Bexdayê pêk tê.”

Parlamenterên Iraqê derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Başûrê Kurdistanê de got; “Dewleta Tirk rojane li dijî gelê Kurd operasyonên terorîstî dike, ev yek jî bi agahdariya Hewlêr û Bexdayê pêk tê.”

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Dewleta dagirker bi dehan baregeh di nava xaka Başûrê Kurdistanê de ava kirine û roj bi roj dagirkeriya xwe berfireh dike. Di demên dawî de êdî leşkerên artêşa Tirk a dagirker dikeve nava gundan, gefan li xelkê dike.

Herî dawî leşkerên dagirker ketibûn gundên Xelîfan, Lêlkan, Helkêl û Kunele yên ser bi Sîdekan a ser bi Sorana Hewlêrê. Ev gund hemû yên herêma Biradostê ne.

Derbarê destwerdan û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de, parlamenterên Iraqê axivîn.

Parlamenterê serbixwe yê parlamena Iraqê Mihemed Enuz derbarê mijarê de got, di demekê de Iraq di rewşeke aloz de ye, Tirkiye êrişî birayên me yên Kurd dike.

Enuz dibêje, Hikûmeta Iraqê dawî li binpêkirinên dewleta Tirk neaniye, Tirkiye gelek caran li dijî welatiyên herêmê komkujiyan dike.

Ev ji bo me xirab e û em bêdeng nabin. Wê li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk, di asta navneteweyî de jî helwêsta me hebe.”

Bexda û hewlêr destûrê didin

Parlamenterekî din ê Iraqê, Mihemed Seyhud jî li ser heman mijarê got, “Ev mijar tê paşguhkirina, dawî anîna li destdirêjiyên dewleta Tirk ên li dijî Iraqê, ev hikûmet di vê mijarê de lawaz e. Tirkiye rojane li dijî gelê Kurd operasyonên terorîstî dike. Êriş dike, xelkê dike nezaretê û zeviyên çandiniyê dişewitîne. Ev jî bi agahdariya Bexda û Hewlêrê pêk tên.”

Seyhud wekî din got, di nava Iraqê de hizbeke siyasî ji bo bêdengkirina helwêsta derxistina dagirkerên Tirk ji nav xaka Iraqê, kar dike û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Hizbeke siyasî dixwaze hewldanên ji bo derxistina leşkerên Tirk ên li Iraqê, asteng bike. Piştî ku hikûmet hat ava kirin, wê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê helwêsta me hebe.” 

ROJNEWS/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.