• Parlamenter Mihemed Reza Heyder dibêje, dewleta Tirk li nava xaka Iraqê, bi rêya bikaranîna çekên qedexekirî, sucê mezin dike. Wî xwest, ji bo şermezarkirina van êrişan, li Herêma Kurdistanê û Iraqê çalakiyên nerazîbûnê werin lidarxistin.

Parlamenterê Meclîsa federal a Iraqê, Mihemed Reza Heyder û parlamenterê berê yê heman meclîsê Mihemed Beledawî dibêjin, dewleta Tirk sala 2021´ê êrişên xwe zêde kirine û sedema vê êrişkariya wê û dewamkirina êrişan jî serê pêşî, lawaziya hikûmeta Iraqê bi xwe ye. Wan xwest ji bo rûreşkirin û sekinandina van êrişan gavên pêwîst bîn avêtin û ji bo vê jî li Başûrê Kurdistanê û Iraqê xwepêşandan bên organîzekirin. 

Parlamenteran bi bîr xist ku ji ber êriş û dagirkeriya dewleta Tirk zêdetirî 30 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane. Wan got, tevî êrişan, dewleta Tirk çekên qedexekirî jî li Herêma Kurdistanê bi kar tîne û ev jî têra xwe sedem in ji bo nerazîbûneke giştî ya li dijî êrişkariya dagirker a dewleta Tirk. 

Ji 23’yê Nîsana 2021’ê ve dewleta Tirk a dagirker bi armanca dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê li dijî Herêmên Parastina Medyayê dest bi êrişeke berfireh a leşkerî kiriye. Gelek caran jî çekên kimyewî li dijî gerîla bi kar tîne. Di encama êrişên dewleta Tirk de bi dehan welatiyên sivîl şehîd bûn û bi hezaran donim zeviyên çandiniyê jî şewitîn, tevî qirkirina daristanan bi rêya şewitandin û birrînê.

Divê hikûmet li dijî dagirkeriyê bixebite

Derbarê êrişan de Parlamenterê Berê yê Meclîsa Federal a Iraqê Mihemed Beledawî got, “Pêwîst e hikûmeta Iraqê bixebite da ku pêşî li êrişên dagirkirina xaka Iraqê bigire. Avakirina baregehên leşkerî û êrişkirina di van demên dawî de bi taybetî jî êrişên li dijî Şengalê alozî û pirsgirêk ji hikûmeta Iraqê re çêkirine.”

Mihemed Beledawî got, xelkê Iraqê û gelê Kurd dagirkeriya li ser xaka xwe qebûl nakin. Wî her wiha got, dewleta Tirk rêz li prensîbên cîrantiya baş nagire û ji bo Iraqê pirsgirêkan çêdike.

Çalakiyên li dijî dagirkeriyê pêwîst in

Derbarê heman mijarê de Serokê Komisyona Ewlehî û Parastinê ya Parlamena federal a Iraqê, Mihemed Reza Heyder jî wiha axivî. Wî got, “Binpêkirinên berdewam ên dewleta Tirk ên li nava Iraqê, ji ber helwêsta lawaz a hikûmeta Iraqê ne. Hikûmet ji ber peywendiyên xwe yên siyasî, nikare li dijî binpêkirinên Tirkiyeyê helwêsteke cidî nîşan bide. Heta niha hikûmeta Iraqê tenê daxuyanî dane û bang li balyozê Tirkiyê kiriye. Ji ber vê helwêsta lawaz, Tirkiye bi berdewam deverên sivîl û çandiniyê bombebaran dike.”

Di dewamê de Mihemed Reza Heyder destnîşankir ku îsal di encama êriş û bombebaranên dewleta Tirk de zêdetirî 30 welatiyên sivîl şehîd bûne. Mihemed got, pirraniya sivîlên jiyana xwe ji destdane jî xelkê deverên sinorî ne.

Mihemed Reza Heyder got, dewleta Tirk li nava xaka Iraqê, bi rêya bikaranîna çekên qedexekirî, sucê herî mezin dike û jîngeha herêmê xira dike. Mihemed got, ji bo şermezarkirina van êrişan divê li Herêma Kurdistanê û Iraqê çalakiyên nerazîbûnê werin lidarxistin. 

ROJNEWS/BEXDA