Tirkiye jîngeha Kurdistanê wêran dike

Pêncşem 3 Mijdar 2022 - 00:52

Rêveberê Giştî yê Daristanan ê li Wezareta Çandiniyê yê hikûmeta Hewlêrê Helkewt Ebulrehman got, dewleta Tirk bi eşkere daristanên Herêma Kurdistanê dibirre: “Êrişên li dijî Herêma Kurdistanê ziyaneke mezin dide jîngeha herêmê.”

Helkewt Ebulrehman got, birrîna darên Herêma Kurdistanê bi her awayî binpêkirina yasayên Herêma Kurdistanê ye, ji ber ku birrîna daran ziyanê dide jîngeh û xwezaya Herêma Kurdistanê. Helkewt Ebulrehman li ser birrîna darên Herêma Kurdistanê bi destê dewleta Tirk a dagirker got; “Em û cîhan jî dizanin ku daristanên herêmên ser sînor ên Herêma Kurdistanê tên birrîn, ji bo vê pêwîst e bi her awayî rê li birrîna daran were girtin. Me weke Wezareta Çandiniyê gelek caran daxwazname radestî Desteya Wezîran, Fermangeha Derve ya Herêmê, konsolosên welatan kiriye da ku rê li darbirrînê bigirin.”

Derbarê ziyanên êrişên dewleta Tirk de, Helkewt Ebulrehman da zanîn ku ji ber şerê li herêmên ser sînor, ew nikarin bi temamî qebareya ziyanan bizanin û wiha dewam kir: “Lê êriş bandoreke xirab li ser jîngeha Herêma Kurdistanê dikin, ji bo wê nabe ti darek bê birrîn.”

Di dawiyê de jî Helkewt Ebulrehman got, daristanên Herêma Kurdistanê roj bi roj ji ber birrînê, metirsiyeke mezin li ser heye: “Ev yek ji ber bazirganiyê yan jî bikaranîna daran ya ji bo rejiyê be. Herwiha bi hatina werza zivistanê re jî metirsiya li ser daristanan zêdetir dibe.”

ROJNEWS / HEWLÊR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.