Tirkiye ji Misrê re jî xweş dike

Çarşem 12 Nîsan 2023 - 15:42

Wezîrê Karên Derve yê Misrê, Samîh Şukrî, li ser vexwendina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, wê biçe serdana Tirkiyeyê. Li gorî agahiyan Samîh Şukrî wê di nava hefteyekê de serdana xwe bike.

Tê çaverêkirin ku di hevdîtina Samîh Şukrî û Mewlud Çavuşoglu de, asayîbûna pêvajoya danustandinên her du welatan, bi awayekî berfireh were nîqaşkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Misrê Samîh Şukrî herî dawî di 27’ê Sibatê de piştî karesata erdhejê, ji bo merasîma teslîmkirina alîkariya mirovî, çûbû Mersînê û li gel hevpîşeyê xwe Çavuşoglu hevdîtin kiribû.

Her wiha Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mewlud Çavuşoglu, piştî 11 salan di asta Wezîrên Karên Derve de, di 18’ê Adarê de serdana paytexta Misirê Qahîreyê kiribû û li gel hevpîşeyê xwe Samîh Şukrî civiyabû.

Hêjayî gotinê ye ku demeke dirêj Erdogan û rejîma wî, desthilatiya niha ya Misirê û Serokê Dewleta Misirê Sîsî, wek darbekar bi nav kiribû, lê piştre ji bo tengaviyên ku dijberiya gelê Kurd jê re derxistî derbaz bike, hewl dide li gel Misirê danûstandinên çêke.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.