Tirkiye hewl dide Rûsyayê tengav bike

Duşem 28 Îlon 2020 - 16:28

  • Dewleta Tirk di şerê pêr destpêkirî yê di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de bi hêza xwe ya siyasî, dîplomatîk, leşkerî û propagandayê yekser tevlî vî şerî bû.

ERSÎN ÇAKSÛ
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN

Pirsgirêka bi salan a navbera Ermenistan û Azerbaycanê, li herêma Qerebaxê pêr bi şer ji nû ve sor bû. Li herêma Qerebaxê ku di navbera her du welatan de demeke dirêj e pirsgirêk e, carna şer diqewime. Lê belê ji ber destwerdana yekser a dewleta Tirk û sewqiyata leşkerî ya Tirkiyeyê ya ber bi herêmê ve, şerê vê dawiyê ji şerê beriya niha cihê dike. Herî dawî di 12'ê Tîrmeha 2020'an de di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de li herêma Tovrûzê şer qewimî bû û dewleta Tirk hingî gef li Ermenistanê xwaribû û piştigriyeke eşkere ji bo Azerbaycanê ragihandibû.

Dewleta yekser di nav de ye

Dewleta Tirk di şerê pêr destpêkirî de helwesteke hîn tund nîşan da û bi hêza xwe ya siyasî, dîplomatîk, leşkerî û propagandayê yekser tevlî vî şerî bû.
Dewleta Tirk li gel piştgiriya xwe ya siyasî her wiha ji aliyê dîplomatîk ve jî bi doktrîna "yek milet, du dewlet" hewl dide tevbigere.
Dewleta Tirk ji aliyê leşkerî ve demeke dirêj de sewqiyatê li Azerbaycanê dike. Meha Tîrmehê piştî şerê li Tovrûzê artêşa Tirk di bin navê "tetbîqata hevpar" de sewqiyateke mezin li vî welatî kiribû.
Her wiha gelek efserên Tirk bi navê 'şêwirmendê leşkerî' li Azerbaycanê ne. Balafirên bêpîlot ên keşfê û yên bi çek (ÎHA, SÎHA) yên artêşa Tirk jî li Azerbaycanê ne. Jixwe tê gotin ku piraniya êrişên pêr ji aliyê SÎHA yên Tirk ve hatine kirin.

Ji Sûrî çete birin Azerbeycanê

Rewşa herî metirsîdar jî ew e ku dewleta Tirk gelek çete ji Sûrî veguhestiye Azerbeycanê. Dewleta Tirk demeke dirêj bû ku ji bo çeteyan ji Sûriyeyê bişîne Azerbeycanê amadekarî dikir.
Li gorî hin qeydên deng ên çeteyan, her wiha hin wêneyên li Enqereyê eşkere bûn, dîmenekî çeteyan ê li eniya herêma Qerebaxê, van îdîayan piştrast dikin.
Dewlta Tirk gelek komên bi navê 'Tirkmen' mîna Sûltan Mûrat, Tumena Hamza, Ebû Emşet û Suleyman Şah ên li bakurrojavayê Sûrî, ji Efrînê bir Enqereyê, ji wir jî derbasî Bakuyê dike.
Bi gotineke din, senaryoya korîdora çeteyan a ji Sûriyeyê di ser Derya Spî re ber bi Lîbyayê, niha bi rengê xeta Sûriye-Enqere-Baku, dibe ku Kafkasya be, tê kirin.
Piştî ku ev rewş beriya şer di çapemeniyê de hate weşandin, dewleta Tirk mekanîzmaya propaganda reşkirinê xiste dewrê û dest bi derewa "PKK'î li Qerebaxê ne" kir.

Ev şer ji yê Sûrî ne qut e

Hevserokê Yekîtiya Rêxistinên Kurd a Navneteweyî Arîf Ezmanî û nivîskar-rojnamevanê Kurd Ezîzê Cewo ji ANF'ê re axivîn.
Pisporên Kurd ku li Rûsyayê ne, diyar kirin ku dewleta Tirk bi rêya pirsgirêka Qerebaxê siyaseta xwe ya tevgera li ser hevsengiyan didomîne û bi vî rengî dikare hewl bide di mijara Sûrî û Rojava de hin tawîzan ji Rûsyayê bistîne.
Nivîskar-rojnamevan Ezîzê Cewo jî ragihand ku şerê li Qerebaxê lokal nîne û destnîşan kir ku nabe ev şer ji şerê li Rojhilata Navîn û Bakurê Efrînê, li rakêşiya li Derya Spî cuda bê nirxandin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.