• Derket holê ku dadweriya Elman bi fermana dadweriya Tirk bi ser malên Kurdan de digire. Dadweriya Tirk bi hinceta parvekirinên medyaya dîjîtal, îdîanameyeke 58 rûpelî li dijî welatiyekî li Elmanyayê amade kir. Polêsê Elman jî bi ser mala wî de girt.

MEHMET ZAHÎT EKÎNCÎ / HAMBURG

Di nava dewletên di dema şerê qirêj de herî zêde alîkarî dana dewleta Tirk de Elmanya li serî ye. Nexasim jî hevkariya dadweriya Tirk û Elman bi rengekî darîçav vê yekê nîşanî me dide.

Dewleta Tirk a dagirker, hewl dide li derveyî sînorên xwe jî Kurdan û muxalifan bitepisîne. Ji bo vê jî dadwerî û polêsê Elman jî dike hevparê xwe yê sûcî. Berê gelek kesên dewleta Tirk doz li wan vekirine, ji bo îfadeyê bidin li Elmanyayê rayedarên ewlekariyê ew vedixwendin da ku îfadeyê bidin. Lê niha ev hevkarî gihişt qonaxeke nû: Dewleta Tirk xwest, dozgerê Elman zend û bend badan û polêsê Elman jî bi ser malên du welatiyan de girt.
 
Hincet medyaya dîjîtal e

Hinceta serdegirtina malan, dozeke dozgeriya Enqerê ye ku li dijî A. yê li Elmanyayê bi îdîaya “endametiya rêxistinê” hatiye vekirin. Sedema vê îdîayî soreteke e: Parvekirinên li ser medyaya dîjîtal. Pêşî polês bi ser mala kesekî ji Tirkiyeyê de digire. Roja jidayikbûna wî jî weke ya A. ye û sedema serdegirtinê jî ev e. Piştre polês bi ser mala A. yê li Hamburgê de digire. Parêzer”ê wî Mahmut Erdem ji bo serdegirtina malê û tişta qewimî dibêje, “Skandal û sosreteke bêkêmasî ye”. Mahmut Erdem ji rojnameya me re peyivî.
 
Polêsên dijeterorê bi ser malê de girtin

Mahmut erdem got, muwekilê wî yê li Hamburgê Kurd e û polêsên dijeterorê bi ser mala wî de girtine: “Beriya mehekê muwekilê min miracaetî min kir. Gava muwekilê min dipirse ka sedema serdegirtinê çi ye, polês dibêje te ‘sûc’ kiriye. Gava Polês, biryara dadgehê nîşan dide, muwekilê min destûra gerîna li mala xwe daye. Jê re gotine, wî Qanûna Komeleyan binpê kiriye."

Li ser helwêsta polês jî parêzer Mahmut Erdem got, “Muwekilê min ne endamê ti komeleyan e. Gava ew vê ji polês re dibêje, polês dibêje, ´ev ne xema me ye. Heke tu dixwazî hîn bibî sûcê te çi ye, here bi parêzerekî bişêwire.´  Di dema lêgerînê de ti tişta dikare bibe sedema sûc nayê dîtin, lê polês telefona wî ya destan û du kartên SÎM´ê yên li malê desteser dike.” 

4 salan ew şopandine

Gava ku parêzer Erdem dosyaya dozê ji dozger dixwaze, dibîne ku skandaleke hiqûqî heye: “Ji 2018´an heta bi destpêka 2022´yan îstîxbarata Tirk parvekirinên medyaya dîjîtal a muwekilê min şopandiye. Ev kirine dosya. Dozgeriya Enqerê bi vê hincetê, li dijî muwekilê min doz dest pê kiriye bi îdîayên ‘propagandaya terorê, alîkariya rêxistiê û endametiya rêxistinê’. Tesbît kirine ku muwekilê min li Elmanyayê dimîne. kesekî din ku bi heman dema jidayikbûnê kesekî din heye li Elmanyayê û ew jî li bajarê Mainzê dimîne. Muwekilê min li Elmanyayê dimîne. Dewleta Tirk di bin navê alîkariya di navbera dewletan de ji dewleta Elman xwestiye îfadeya van herdu kesan bigire û lazim be jî li wan dozê veke. Ev nivîs Tîrmeha 2021´ê hatiye şandin.” 

Îdîanameya 58 rûpelî

Îdîanameyeke ji 58 rûpelan ji wezareta dadê ya Elman re hatiye şandin. Ji ber ku ev li dijî hiqûqa navxwe ya Elmanyayê ye, rayedarên Elman dosyayê li dewleta Tirk vedigerînin. Di biryarê de hatiye gotin, ji ber ku ti sûcên van kesan nîne, ti karûbarê hiqûqî jî wê li dijî wan neyê destpêkirin.

 Parêzer Mahmut Erdem dibêje, gava dewleta Tirk bi vê rêyê nekariye tiştekî bike, vê carê bi rêya konsolosxaneyan hewl dide: “Gava ev kiriye, pîvanên hiqûqa navneteweyî jî binpê kirin. Diviyabû pêşî ji wezareta dadê û wezareta karên derve ya federal re bihata nivîsandin, van wezaretên peywendîdar ên eyaletan agahdar bikirana. Dewleta Tirk bi tirsa ku ev ê bê redkirin, dosya yekser daye konsolosxaneya Mainzê.

Konsolosiyê jî ev weke ferma dîtiye û ji dozgeriya Mainzê re şandiye. 

Di vê nivîsê de tê gotin, ji van du kesan yek jê li derveyî Tirkiyeyê ‘propagandaya rêxistinên terorê dike’, bila îfadeya wan bê girtin û ew ji encamê jî bên haydarkirin. Dozger jî bêyî ku 58 rûpelan xweşik bixwîne dibêje, ‘erê, dibe ku ev li cem me jî sûc be.’ Bi vî rengî dosya qebûl kirine û karûbarên hiqûqî dane destpêkirin.”
 
Dozgerê Hamburgê ket nav meselê

Mahmut Erdem dibêje, ev yek bi serê xwe sûc e û wiha dewam dike: “Dozger li vir bi niyeta xirab tevgeriyaye. Lewma em dizanin ku nexasim jî li derdora Mainzê gelek dozgerên nêzî dewleta Tirk hene. Konsolosxaneya Mainzê bi qest hatiye tercîhkirin. Di çarçoveya projeyeke Elmanyaya Federal de salên 1990´î qederê 500 ta 1000 dozgerên Elman çûbûn Tirkiyeyê. Ji bo vê jî xasma devera Mainzê hatibû tercîhkirin.

Gava ku dîtin kesê li Mainzê haya wî ji bayê felekê nîne, vê carê jî berê xwe didin kesê li Hamburgê. Di encama şopandinê de difikirin ku parvekirinên medyaya dîjîtal ên wî bin. Li ser vê dozgeriya Mainzê, telefonî Dozgeriya Hamburgê kiriye û bi rica û tika jê xwestiyeli bûyerê bikole. Dozgeriya Hamburgê jî li gorî vê zend û bend badane.” 
 
Dozgerê dewletê li dijî Kurdan

Mahmut Erdem dibêje, dogzerê Hamburgê bi erkên bêkêmasî yê dewletê ye û wiha dewam dike: “Li ser fermana dozger, muwekilê min dişopînin. Ka gelo têkiliya wî bi PKK´ê re heye yan na? Heger hebe di çi astê de ye? Agahdarî ji îstîxbaratê re tê ku ti elaqeya wî bi PKK´ê re nîne û dikandarek e. Paşê polêsê krîmînal dikeve dewrê. Ew parvekirinên medyaya dîjîtal weke dosya didin dozgeriyê. Xebatên HDP´ê, nûçeyên rojnameyan, parvekirinên elaqedarî Rojava, wêneyê Karl Marx, Ahmet Kaya û muzîkên bi Kurdî parve kirine. Polêsê krîmînal jî dibêje ti parvekirina sûc be, nîne. Dîsa jî dozger dev ji dozê bernade û ji bo serdegirtina mala muwekilê wî biryarê ji dadgehê dide derxistin.
Berê sibehê bi ser mala muwekilê min de digirin. Telefoneke wî ya destan û du kartên wî yên SÎM desteser dikin. Jixwe tiştekî sûc be li holê nîne. Polês jî di girtenameyê de gotiye, ‘Ti tişta bibe sûc nehatiye dîtin’. Armanc ew e ku muxalifên dîktator Erdogan ên li vir krîmînalîze bikin, wan bitirsînin û bitepisînin. Tişta li vir herî xirab jî ew e ku hiqûqa Elman bû amûr ji bo vê yekê.”
 
Skandaleke bê kêmasî

Parêzer Erdem dibêje, bi ti awayî bi îdîanameyeke derew a li Enqereyê amadekirî biserdergirtina malan nikare bê rewakirin: “Em bibêjin, muwekilê min Qanûna Komeleyan binpê kir. Li gorî qanûna Elman, ev kes tê hişyarkirin. Heger nîşandana al û sembolên rêxistinên qedexekirî dewam bike, hingê cezayê pere tê birrîn. Li Tirkiyeyê cezayê hema sûcî 15 ta 20 salan heps e. Salên 2014, 2015 û 2016´an jî dozên weke vê û yên ji ber heqareta li Erdogan hebûn. Bi xebatên xwe yên hiqûqî me pêşî li vê girt. Piştî demeke dirêj vekirina dozeke bi vî rengî nû ye. Elmanyaya Federal soz da me ku wê dozên bi vî rengî careke din qebûl neke. Piştî demeke dirêj destpêkirina dozke bi vî rengî nû ye. Hewldaneke ku hiqûqê birîndar dike, ev skandalek e.

Dozgeriya Mainzê bi sosreteke wisa ya hiqûqî niyeta xwe ya xirab nîşan daye. Dosyayeke ku wezareta dadê ya federal red kirî, xistiye nav hiqûqa navxwe, ev bi serê xwe sûcek e. Dewleta Tirk dozger û eyaletên nêzî xwe bi kar tîne û hewl dide biryarên li dijî xwe yên federal bi rêya konsolosxaneyan pûç bike. Ev hewldaneke bi tehlûke ye.

Divê dozên bi rêya konsolosxaneyan yên wiha kelevajî, di cih de bên redkirin. Divê hem em hiqûqzan û hem jî siyasetvan em destûrê nedin vê. Bi tirsê û bi tepisînî mirov nikare zora bi çavtirsandinê bibe. Mirovên rastî neheqeiya wiha bên, bila yekser biçin cem parêzerekî.”