Dema ku 2 zarokan hewl da sînorê di navbera Dirbêsiyê û Bakurê Kurdistanê de derbas bikin, leşkerên Tirk êşkence li wan kir.
Ehmed Salih ê 16 salî û Mehmûd Salih Meter ê 17 salî doh berê sibehê saet 3´yan hewl dida sînorê di navbera navçeya Dirbêsiyê û Bakurê Kurdistanê de derbas bikin, leşkerên Tirk li ser sînor ew girtin û êşkence li wan kirin.
Her du zarokên ji kantona Hesekê, doh sibehê rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xebat a li Dirbêsiyê.
Ehmed Salih ji dest û lingê xwe yê çepê û Mihemed Salih Meter jî ji her du lingên xwe, destê çepê û ji rûyê xwe birîndar bû.
Ehmed Salih got, 8 leşkerên Tirk zêdetirî 3 saetan bi kêr û alavên hesinî li wan dane.
Mihemed Salih Meter jî ji ber birînên rûyê xwe nekarî biaxive.
Ehmed Salih got, piştî ku êşkence li wan kirin, leşkeran Tirk ew avêtin aliyê Sûriyê.
HESEKÊ