- Trîbunala Tirkiyeyê ji aliyê buroyeke hiqûqê ya li Belçîkayê ya bi serokatiya Prof. Dr. Johan Vande Lannote hatiye damezrandin. Slogana Trîbunalê "Lewma bêdengî dijminê herî mezin ê mafê mirovan e."
MELTEM OKTAY
Trîbunala Tirkiyeyê ji aliyê buroyeke hiqûqê ya li Belçîkayê ya bi serokatiya Prof. Dr. Johan Vande Lannote hatiye damezrandin.
Slogana Trîbunalê "Lewma bêdengî dijminê herî mezin ê mafê mirovan e."
Buro dibêje, ji ber ku li Tirkiyeyê binpêkirina mafên mirovan zêde bûye, ji bo wan lazim bûye ku Trîbunala Tirkiyeyê ava bikin. Di Trîbunalê de dadger û hiqûqzanên navdar ên navneteweyî cihê xwe digirin. Xebatên Trîbunalê bi xwendina raporên sala 2020´an amadekirî û şahidan dest pê kir. Di encamê de wê li ser 6 mijarên sûcan Trîbunal karê xwe bike: Êşkence, wendakirin, bêcazahiştin, azadiya çapemeniyê û ya xweîfadekirin, mafê xwe gihandina edaletê û sûcên li dijî mirovahiyê li gorî Statuya Romayê. Ji xwe raportoran li ser van mijaran rapor amade kirin.
Dadgehkirinê 20´ê Îlonê li bajarê Swîsreyê Cenevreyê dest pê kir û wê heta 24´ê Îlonê (sibe) dewam bike. Dadgerên Trîbunalê Dr. Françoise Barones Tulkens, Dr. Johann van der Westhuizen, Angelita Baeyens, Prof. Em. Dr. Giorgio Malinverni, Prof. Dr. Ledi Bianku û Dr. John Pace ne.
Raportorê mijara êşkenceyê Eric Sottas, yên mijara bêcezahiştinê Prof. Dr. Yves Haeck û Dr. Emre Turkut, yê mijara mafê xwegihandina edaletê Luca Perilli, yê mijara windakirinê Johan Heymans, yê mijara azadiya çapemenî û xweîfadekirinê Philippe Leruth, yê mijara sûcên li dijî mirovahiyê jî Prof. Dr. Em. Johan Vande Lanotte in.
Dewleta Tirk dîsa gef xwarin
Trîbunala Tirkiyeyê da zanîn ku ji bo bersivê bide gunehbariyan, dewleta Tirk jî hatiye vexwendin, lê bersiva vexwendinê nedaye wan. Lê sefareta Tirk a li Bernê ji bo ku Otela cihê Trîbunal lê pêk bê cih nede Trîbunalê hem zext kir û hem jî gef xwarin.
Serokê heyeta dadgehê Françoise Barones Tulkens got, Trîbunal tenê platformeke ji bo binpêkirina mafan lê diyar bibin. Wî got ji bo her yekê ji 6 beşan ew ê guh bidin 3 şahidan û piştre bi lêkolîna rapor û şahidiyan heyeta dadgehê wê biryarê bide.
Li gorî rapora Eric Sottas di nava 10 salên bihurî de êşkence li milyonek û 732 hezar û 767 kesan hatiye kirin. Wî got, êşkence herî zêde li Kurd û kesên ji tevgera azadiyê ya Kurdan hatiye kirin.
Piştre jî Mehmet Alp û Erhan Doganê ji Cizîrê hatin revandin, behsa êşkenceya li wan hatî kirin, kir. Piştre Hevseroka Giştî ya ÎHD´ê Eren Keskin bi rêya telekonferansê beşdar bû û got, êşkence nexasim jî gava tevgera azadiyê ya Kurd xurt dibe zêde dibe.
Johan Heymans jî rapora li ser windakirina xwend û got, berê Torosên spî bûn niha jî transportên reş in ên ku bi wan mirovan direvînin û winda dikin. Di roja diduyê ya Trîbunalê de şahidên vê beşê îfade dan. Mustafa Ozben got, li Enqereyê ew avêtine hundirê maşînekê û 92 rojan êşkence lê kirine. Parêzer Gokhan Guneş, Sezin Uçar jî got, Guneş ji ber dikana wî revandine û 6 rojan êşkence lê kirine.
Piştre rapora li ser azadiya çapemeniyê û xweîfadekirinê ya Philippe Leruth hat xwendin. Wî got, Tirkiye di nava 3 salên bihurî de li Tirkiyeyê bêhtirî 160 rojnamevan hatine girtin û ew ji bo rojnamevanan weke hepsekê ye. Piştî wê jî nûçegihana DÎHA ya dewleta Tirk ew girt, Meltem Oktay û Cevheri Güven îfade dan.
Trîbunal hîna dewam dike. Li ser mijara bêcezahiştinê de birayê Kemal Korkut, Ercan Korkut wê îfadeyê bide. Polêsan li Newroza Amedê ya sala 2017´an Kemal Korkut şehîd kiribû. Di warê mafê xwegihandina edaletê de jî parlamenterê berê yê HDP´ê Faysal Sariyildiz wê îfade bide.