Mişawirê kevin ê Çapemeniya Sefaretxaneya Brûskelê ya Tirkiyeyê û berdevkê Însiyatîfa Misilmanên Ewropayê Veysel Filîz dema dixwest li gel malbata xwe derbasî Bûlgarîstanê bibe, di seyareya wî de 100 kg eroîn hate girtin ku di bûhayê 5 milyon Euro de ye.

Li gorî zanyariyên nûçegîhanê berê yê LeMonde yê Stenbolê Guillamume, ji ber qaçaxçitiya eroînê Veysel Filiz hatiye girtin.

Li gorî zanyariyan Veysel Filîz 9’ê Kanûnê dema li gel malbata xwe xwestiye di deriyê sînor Hamzabeylî re ji Tirkiyeyê derbasî Bûlgarîstanê bibe, seyareya wî ji aliyê Parazvanên Gûmrikê ve hatiye kontrolkirin. Di dema kontrolkirina seyarê de di bagajê de 100 kg eroîn ku dike 5 milyon Euro hatiye girtin.

Tê gotin Veysel Filîz di heman de mê de Serokê Federasyona Yozgatiyên li Ewropayê ye. Her wiha tê gotin dema li Sefaretxaneya Brûkselê kar dike, rasterast ji aliyê Serokwezîriya Tirkiyeyê ve hatiye erkdarkirin û endamê MİT’a Tirk e. Her wiha hate gotin, ji ber xebatên casûsiyê ji aliyê desthilata Brûkselê ve hatibû dersînorkirin.
Rêveberiya Gumrikê 15 roje mijara girtina eroînê li ser Veysel Filîz vedişêre û ferman daye ku ev agahî dernekeve derve.

NAVENDA NÛÇEYAN