- Dewleta Tirk a dagirker, qanûnên navneteweyî binpê kirin û Iraq û Sûriye anî ber qeyrana avê. Dewleta Tirk avê weke çekekê li dijî wan bi kar tîne û ji ber vê sedemê jî bi hezaran donim erd bûne çolistan û bi milyonan masî mirine.
Dewleta Tirk li ser Çemê Firatê Bendava Keban, Bendava Karakaya, Bendava Ataturk, Bendava Karkamiş ava kiriye û li ser Çemê Dîcle jî Bendava Devegeçidi, Bendava Ilisû, Bendava Batman, Bendava Dîcle, Bendava Kralgozu û Bendava Xarzanê çêkirine.
Bi rêya van bendavan %60 heta %70’yê ava çemên Firat û Dîcle didize. Hem li nava Tirkiyeyê siyasetê bi ava Kurdistanê dike û hem jî li derveyî Tirkiyeyê ava çemên Firat û Dîcle weke çekeke bihêz bi kar tîne.
Pisporên jeolojiyê yên Tirkiyeyê çendîn caran beyan kirine ku Tirkiye ji ber xwezaya xwe gelek çem û kanî lê hene, lewra pêwîstî bi çêkirina bendavan nîne. Lê Erdogan di çêkirina bendavên li ser ava çemên Firat û Dîcleyê bi israr e û dixwaze pêşiya çeman bibirre.
Gefê li Iraq û Sûriyê dixwe
Dewleta Tirk a dagirker bi vê re armanc dike di nava xwe de guhertina demografiyê bi pêş bixe û Kurdistanê zêdetir parçe bike. Ji ber avakirina van bendavan, li Bakurê Kurdistanê bi hezaran gund, mezra û gelek cihên dîrokî hatine xirabkirin û ji mirovan hatine xalîkirin.
Bi heman awayî dewleta Tirk a dagirker li derveyî Tirkiyeyê jî avê weke çekeke pirr bihêz li hemberî Iraq û Sûriyeyê bi kar tîne û dixwaze bi girtina avê li ser wan, daxwazên xwe hemûyan bi wan bide kirin.
Niha ji ber kêmbûna asta ava çemên Firat û Dîcleyê û zuwabûna gelek rûbarên wan, bandoreke metirsîdar li ser çandiniya Iraqê çêkiriye ku gihiştiye wê astê ku hinek dever nikarin ava vexwarinê peyda bikin. Çavê xelkê Iraqê li hikûmetê ye da ku hinek tedbîran bigire û veqetandina pişka ava Iraqê misoger bike.
Ajal li ber mirinê ne
Di encama siyaseta wêranker a avê de ya ku ji aliyê Tirkiye û Îranê ve li ser Iraq û Sûriyeyê tê kirin, bi milyonan masî mirin. Li gorî Cihgirê Parêzgarê Zîqarê, Dawid Îdan ev pîlaneke dewleta Tirk a dagirker e ku dixwaze bi vê rêyê Iraqê neçar bike ku masiyan ji Tirkiyeyê bikire. Kêmbûna avê metirsiyeke mezintir li ser xelkê eşîrên başûrê Iraqê kiriye, masî, gamêş û ajelên din yên van deveran, hatine ber mirinê.
Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê, Ewin Ziyab ragihand ku ev çar werz in li ser hev Iraq di qonaxên hişkesaliyê re derbas dibe û ev jî ji ber nebûna av û kêmbûna asta ava çemên Firat û Dîcleyê ye.
Iraq bê helwêst e
Kêmaviyê hiştiye ku Iraq tî bibe û Wezareta Çavkaniyên Avê neçarî çêkirina bendavan ji bo girtina avê li çolistanên rojava û başûrê Iraqê kiriye. Herwiha çandina birinc û genimê şamî hatiye qedexekirin û ji bilî wê jî pêngava xirabkirina hewûzên masiyan yên bê destûr hatiye destpêkirin. Heta niha ji pênc hezar hewûzên masiyan zêdetirî %40’î hatine tijîkirin.
Di demekê de ku geşedana çavkaniya masiyan li Iraqê zêde bûbû, tenê masiyên Iraqê li bazarên welatên cîran serwer bûn. Lê niha berhemê masiyên Iraqê ji 800 hezar ton daketiye 400 hezar tonan. Tevî vê qeyrana mezin jî, heta niha hikûmeta Iraqê ti helwêsteke cidî nîşanî siyaseta dewleta Tirk nedaye.
Endamê Lijneya Çandiniyê ya Parlamena Iraqê, Refîq Salihî dibêje, yek ji bijardeyên di destê Iraqê de ew e ku Iraq dikare danûstandina xwe ya bazirganiyê bi Tirkiyeyê rawestîne ku salane nirxê wê digihîje 20 milyar dolarî. Ji bilî vê jî Iraq dikare li dadgehên navneteweyî giliyê Enqereyê bike. Herwiha Çavdêriya Kesk a Iraqê, desthilatdarên Bexdayê bi paşguhkirina pirsgirêka avê sûcdar dike û radigihîne ku Iraq ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmaviyê bi welatên cîran re danûstandinan nake.
NAVENDA NÛÇEYAN