ZANA DENIZ  / ANHA/QAMIŞLO

Cîgira serokê Komîsyona Navneteweyî ya Azadiya Olî ya Kongreya DYE’yê (USCIRF) Nadine Menza êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî nirxandin û got, "Divê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li hemberî guhnedana dewleta Tirk a agirbestê, tevdîran bigire.” 

Piştî ku Girê Spî sala 2015'an ji aliyê QSD'ê ve hate rizgarkirin, hin malbatên Xiristiyan vegeriyan bajêr. Dêrên xwe yên hilweşiyayî ji bo îbadetê ava kirin û vegeriyan ser jiyana xwe ya asayî. Lê belê piştî dewleta Tirk û çeteyên wê 9'ê Cotmeha 2019'an êriş kirin, neçar man careke din koçber bibin. Di wê pêvajoyê de dema ku Dêra Ortodoks a Ermenan hate hilweşandin û talankirin, dîmenên wê di çapemeniyê de derketin. 50 malbatên din ên Ermen û Asûrî jî ji ber van êrişan neçar man koçî Kobanê bikin. 

Cîgira serokê Komîsyona Navneteweyî ya Azadiya Olî ya DYE’yê (USCIRF) Nadine Menza di sala duyemîn a êrişa dagirkeriyê de ji ANHA´yê re axivî û diyar kir ku piştî êrişa dagirkeriyê ya li dijî Serêkaniyê û Girê Spî dewleta Tirk li vê herêmê sûcên li dijî mirovahiyê didomîne û wek sazî wan gelek caran miracaetên pêwîst kirine da ku mijar bê lêkolînkirin.

Nadine Menza bal kişand ser agirbesta piştî êrişê bi tevlîbûna cîgirê serokê DYE’yê Mike Pence û got,  "Em matmayî bûn. Hikûmeta DYE’yê li gorî agirbesta ku piştî êrişên Tirkiyê bi navbeynkariya cîgirê serok Mike Pence tev nagere. DYE vê rewşê paşguh dike. Ji ber ku dewleta Tirk li gorî agirbestê tev nagere, divê DYE tevdîrên lezgîn bigire."