Tirkiye 4 aktîvîstan teslîmî Îranê dike

În 13 Îlon 2024 - 00:52

Dewleta Tirk dixwaze 4 aktivîst û rojnamevanên ji Rojhilatê Kurdistanê, ku li Navenda Paşveşandinê ya Edirneyê de tên girtin, teslîmî rejîma Îranê bike. Malbatên aktîvîst û rojnamegeran banga hestiyariyê ji raya giştî kirin. 

Derbarê 4 aktîvîstên ku tevlî serhildana Jîna Emînî ya li Rojhilatê Kurdistanê bûne, doz hate vekirin. 4 aktîvîst ji ber vê dozê xwestin bi ser Tirkiyeyê derbasî Ewropayê bibin. Aktîvîst Huseyîn Minbarî, Şewgar Muhammedî û rojnameger Reşad Muhammadî û Fahîme Huseynî yên li Navenda Paşveşandinê (GGM) ya Edîrneyê tên ragirtin bi metirsiya paşveşandina Îranê re rû bi rû ne.  

Reşad Muahmmedî û Fahîme Huseynî ji ber bername û nûçeyên çêkirine bûn hedefa zext û tundiya rejîma Îranê. Malbata rojnamegeran diyar kirin ku zarokên wan ji ber zextan reviyane û diyar kirin ku metirsiya wan a teslîmkirina Îranê heye.  

Aktîvîstên Rojhilatê Kurdistanê Huseyîn Minbarî û Şewgar Mumammadî jî piştî çalakiyên “Jin, jiyani, azadiyê” bi zextan re rû bi rû man. Malbatên aktîvîstan dan zanîn ku zarokên wan ji ber zextan, berê xwe dane Ewropayê lê belê li Tirkiyeyê tên ragirtin. Malbat ji bo ku zarokên wan neyên teslîmkirin banga bihistyariyê kirin.

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.