Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li gundê Bedîna yê Racoyê 2 jin revandin.
Çavkaniyek cihî ji Efrînê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk ên bi navê 'Polîsên Leşkerî', 'Mûhammed El Fatîh' û 'El Muntasir Bîllah' li gundê Bedîna yê navçeya Racoyê 2 jinên ciwan revandine.
Hate ragihandin ku jinên hatine revandin Hêvîn Abdîn Xerîbo (20) û Lîna Zekeriya Îbis (22) in. Li gorî agahiyan, çeteyan piştî ku 2 hezar dolar fîdye standin, Hêvîn Abdîn berdan.
Her wiha hate ragihandin ku çeteyan avêt ser gundê Mamilayê, xwestin Lîna Îbiş birevînin, Lîna ji destê çeteyan rizgar bû, lê belê li gundê Bedînayê hatiye revandin.
EFRÎN