Tirk wê navê êşkencê biguherin

Sêşem 1 Adar 2022 - 22:21

  • Walîtiya Wanê di parastina xwe de ya li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk de, ji bo êşkenceya li gundiyên navçeya Westanê ya ser bi Wanê, got, “Ew êşkence, ne êşkence ye”.

Walîtiya Wanê di parastina xwe de ya li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk de, ji bo êşkenceya li gundiyên navçeya Westanê ya ser bi Wanê, got, “Ew êşkence, ne êşkence ye”.

Sala 2012´an gundî li Westanê çûbûn kumik û kuvarkan biçinin. Polêsên Tirk jî êşkence li wan kiribû. Walîtiyê îdîa kir ku ew êşkence, ji ber ku tenê carekê bû û bi dermankirina besît şûna wê ji bedena mexdûran çûye, ne êşkence ye.

Êşkence ne êşkence ye

Li ser giliyê gundiyên ku êşkence li wan hatiye kirin, li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk, doz hatiye vekirin. Walîtiya Wanê li dijî vî giliyî, parastina xwe kir. Di parastina xwe de jî eşkere bû ku çermê rûyê waliyê dagirker mirov dikare şekalan çêke. Walîtiyê îdîa kir êşkenceya eskeran kiriye, li gorî qanûnan e û got, ''Ji ber ku tenê carekê bûye û bi dermankirineke li ser piyan birîndar hatine dermankirin, eşkere ye ku ev tevger ne êşkence û tehde ye.''

Heger polêsa biparêze dadgeha Tirk ´adil´ e

Têkoşîna hiqûqê ya çar gundiyên mexdûr dewam dike. Walîtiya Wanê ku Cemal Aslan, Halîl Aslan, Necdet Beysûm û Abdulselam Aslan weke ‘sûcdar' bi nav kiribû, têkilî gilihê Abdulselam Aslan ê li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk, parastina xwe kir.

Walitiyê di parastina xwe de got, Abdulselam Aslan, Halîl Aslan, Necdet Beysûm, Cemal Aslan ''li gorî qanûnê hatine girtin û destgîrkirin'', ''gilî hatiye kirin ku dema destgîrkirinê êşkence û tehde li wan hatiye kirin'' û got, ''ji ber ku delîleke berbiçav'' derheqê polêsan Hakan Erîlgîn, Kerem Sonmez, Muhammed Cîhan Oksuz, Murat Şener, Ozcan Eslen û Ozkan Zamûr nehatiye dîtin ''biryara neşopandinê'' hatiye dayîn. Walîtiyê her wiha got, ''Weke ku tê îdîakirin, ti êşkence û tehde li muracaetkeran nehatiye kirin, di qonaxa dadgehê de ya ji bo lêkolîna vê rûdanê, dadgeheke adil hatiye kirin.''

Walitiyê di parastina xwe de her wiha got, 'bêyî xwestinê sînorê zorê derbas kiribin jî, ji ber ku carekê bûye û birîndar li ser piyan hatine dermankirin, ev weke êşkence û tehdeyê nikare were hesibandin.'' 

WAN/ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.