• Dagirkerên Tirk li Efrînê ji 10 ta 12´ê Tebaxê 19 kes revandin û 20 mal jî xera kirin. Meha bihurî jî dagirkeran 37 kes revandibûn. Bi vî awayî dagirker siyaseta xwe ya qirkirina etnîk a Kurdan li Efrînê dewam dikin.  

Hêzên dewleta Tirk a dagirker li Efrîn, Ezaz û Girê Spî di navbera 10 û 12'ê Tebaxê de yek jê pitik herî kêm 24 sivîl revandin û 20 mal jî xera kirin. Bi kirinên xwe yên revandin, kuştin û talankirinê, dagirker dixwazin Kurdan li Efrînê bi temamî qir bikin. 

Ji Adara 2018'an û vir ve li Efrîna ku dewleta Tirk dagir kiriye, rejîmeke terorê heye. Bi rêk û pêk sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin, mirov tên revandin, kuştin, êşkence li mirovan tê kirin, mal û milkên wan tên talankirin û mirov bi zorê ji cih û warên xwe tên kirin. Bîlançoya 2 rojan tenê jî nîşan dide ku ev rejîma terorê bi armanca qirkirina Kurdan li Efrînê ye.

Dagirkeran 4 Cindirêsî revandin 

10'ê Tebaxê li gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê çar sivîl hatin revandin. Navê kesên hatine revandin Azad Fadil Erebo, Elî Bekir Elo, Îbrahîm Xalid Elo û Delîl e.

Li gorî agahiyan, çeteyên dewleta Tirk, çar kesên revandine birine zindaneke li gundê Îskayê yê li Şêrawayê û ji bo berdana wan jî fîdye ji malbatên wan xwestine. Yanî wan gelek sûcên li dijî mirovahiyê bi yek carê kirine.
10'ê Tebaxê li Ezaz û Idlibê 2 Efrînî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin revandin.

Şeraya Kurdan wêran dikin

11'ê Tebaxê li gundê Qurtqulana mezin a navçeya Şera ya Efrînê çeteyên Sultan Murad 15 sivîl revandin.
Li gorî ANHA'yê ji kesên revandî navên 9´an wiha ne: Mihemed Berekat (60), Îbiş Berekat (20), Luqman Hemade (20), Ehmed Ednan Mistefa (26), Ednan Mistefa (55), Ednan Berekat, Ebdîn Elî Şebab, Mihemed Şêx Ehmed û Luqman Şêx Ehmed.

Hate ragihandin ku çeteyên avêtin ser mala Mihemed Berekat û tevî kurê wî ew revandin, her wiha 20 xaniyên li heman gundî jî xera kirin.

Ji Girê Spî 2 jin û pitikek revandin

11'ê Tebaxê li bajarokê Hemam El Tirkmen ê li Girê Spiyê 2 jin û pitikek hatin revandin.

Li gorî agahiyan, kesên hatine revandin, Maya Xelef Xelîl û pitikê wê yê 40 rojî ye ku ji eşîra El Bakîrat (eşîreke Tirkmen) e. Li gorî agahiyan Rewda Ebduleh jî ji eşîra Tirkmen a bi navê El Tobal e.

Li gorî çavkaniyên deverê, li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê Şukirî Ehmed Kindî (30) 7'ê Tebaxê dema ku ji Helebê vedigeriya gundê xwe hate revandin.

Bavê Şukirî Ehmed Kindî anî ziman ku kurê wî ji bo vegere gundê xwe, 20 hezar dolar dabûn çeteyan.
8'ê Tebaxê li gundê Xilko yê Bilbilê yê Efrînê Mihemed Xelîl Hecî Hisên (40) û hevsera wî ya ku navê wê nehate zanîn, hatin revandin û bi aqûbeta wan nayê zanîn.

Tîrmehê 37 kes revandibûn

Li gorî Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, Îbrahîm Şêxo, tenê Tîrmehê herî kêm 37 sivîl ji Efrînê hatin revandin.

Şêxo anî ziman ku li Efrînê guhertina demografiyê dewam dike û dagirkerên Tirk û hevgirên wan 21 mal û kargeh bi behaneyên cuda desteser kirine.

NAVENDAN NÛÇEYAN