• “Di şerekî wiha de yê navbera du hêzên bi vî rengî de, teqez gelê me û Tevgera Azadiyê ya Kurd wê bi ser bikevin." 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji ber ku gerîlayan li Zapê derbên giran li dagirkeran xistine, ew pîroz kirin: “Di şerekî wiha de yê navbera du hêzên bi vî rengî de, teqez gelê me û Tevgera Azadiyê ya Kurd wê bi ser bikevin." KCK’ê got, careke din wê bê dîtin ku artêşa Tirk ji revê re gelekî jêhatî ye.

KCK’ê di daxuyaniya xwe ya pîrozkirina gerîlayan de got, "Dewleta Tirk a qirker mêtinger beriya 8 mehan li Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi operasyoneke dagirkeriyê kiribû. Niha bi çalakiyên gerîla, dagirker li cihên ku lê ne, di nava kabûsê de ne. Li Zapê ji 4 baskan ve bi ser çeperên leşkerî ve çûn, bi dehan leşker hatin cezakirin û gelek alavên leşkerî hatin desteserkirin."

KCK’ê got, temenê desthilatdariya AKP'ê wê ne dirêj be û wiha dewam kir: "Em gerîla û fermandarên ku li Zapê derbên giran li dagirkeran xistinm, pîroz dikin û serketinê ji wan re dixwazin. Careke din wê bê dîtin ku artêşa Tirk ji revê re gelekî jêhatî ye. 

Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê wê di dîrokê de cihê xwe bigire weke desthilatdariyeke êşkencekar û qirker ya ku sivîlan bi droneyên bi sîleh qetil dike, bi mejiyê DAÎŞ'ê êrişî yekî ji gelên herî mezlûm ê cîhanê Êzîdiyan dike, li zindanan pergaleke êşkence û zilmê ava kiriye, destavêtinê weke rêbazeke şikandina îradeyê li dijî gelê Kurd bi kar tîne, çekên kîmyewî bi kar tîne, qanûnên şer binpê dike, bi rengekî li dijî mirovahiyê êrişî cesedên gerîlayên şehîd û goristanan dike".

KCK’ê got, gel û gerîlayên Kurd çawa ku DAIŞ têk birin, wê desthilatdariya AKP’ê jî têk bibin û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “[Desthilatdariya AKP’ê wê] Bi derbên gerîla û bi têkoşîna gelê me wê ber bi sergoyê desthilatdarên faşîst, qirker û zalim be bê avêtin. Em gerîlayên xwe ji ber berxwedanê û derbên giran ên li dagirkeran dixin, careke din pîroz dikin û soza xwe ya li gelê xwe dubare dikin ku em ê desthilatdariya faşîst teqez têk bibin."

BEHDÎNAN