Tirk êriş dikin Şam ambargoyê ferz dike

Duşem 22 Tebax 2022 - 22:18

  • Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bejahî û hewayî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine.

Hikûmeta Şamê bi armanca tengavkirina koçberên Efrînê û koçberkirina wan ji Şehbayê ber bi deverên din ve, ambargoya li ser kantona Şehbayê ya nêzî 5 salan, şidandiye. Şam vê yekê di demekê de dike ku rayedarên dewleta Tirk a dagirker behsa nêzîkbûna bi hikûmeta Şamê re dikin. Ji ber wê jî mirov şik û gumanê ji kirin û helwêstên hikûmeta Şamê dike.

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bejahî û hewayî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Ha di vê demê de hikûmeta Şamê bi rêya bendên xwe yên kontrolê yên li ser rêya Heleb-Şehba, Minbic-Şehbayê ambargoya li ser kantona Şehbayê şidandiye.

Ji destpêka Tebaxê ve, hikûmeta Şamê nahêle ku mazot, derman û pêdiviyên tenduristiyê bikevin kantona Şehbayê.

Ambargoya hikûmeta Şamê li ser Şehbayê, bû sedem ku kehrebe rojane li şûna 7 saetan, tenê 4 saetan bê dayîn, her wiha ji ber wê yekê zirar digihêje karê xizmetguzariyê yê şaredariyan.

Li kêleka ambargoyê, hikûmeta Şamê polîtîkaya şerê taybet li dijî xelkê Efrînê yê penaber dimeşîne. Hêzên Şamê bi hêsankirina derketina ji Şehbayê hewl dide herêmê vala bike.

Şidandina ambargoyê ji aliyê hikûmeta Şamê ve di demeke welê de ye ku Enqere daxuyaniyên derbarê normalîzekirina têkiliyên bi hikûmeta Şamê re zêde kirine. Bi taybetî piştî civîna sêalî ya di navbera serokdewletên Îran, Tirkiye û Rûsyayê ya 19'ê Tîrmeha bihurî de û civîna Soçiyê ya di navbera Pûtîn û Erdogan a 5'ê Tebaxê de daxuyaniyên bi vî rengî zêde bûn.

NY çima dibe parçeyek ji ambargoyê?

Li aliyekî din, rêxistina ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) UNICEF´ê kêmkirina para avê ya ji bo koçberên Efrînê yên di malên nîv wêrankirî yên gundên kantona Şehbayê de, bi taybetî yên li navenda navçeya Til Rifetê û gundên wê, didomîne. 

ANHA/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.