- “Li Başûr qanûna dîwanxaneyê heye. Li wir axa çi bibêje, divê ew bibe. Hemû biryarên li ser aboriya Başûr di bin kontrola Tirkan de ne, li dijî gel ‘Qanûnên Dîwanxaneyê’ derbas dibin.”
Siyasetvan û nivîskar Eyûb Barzanî got, PDK teslîmî dewleta Tirk bûye: “Li Başûr qanûna dîwanxaneyê heye. Li wir axa çi bibêje, divê ew bibe. Hemû biryarên li ser aboriya Başûr di bin kontrola Tirkan de ne, li dijî gel ‘Qanûnên Dîwanxaneyê’ derbas dibin.”
Eyûb Barzanî di Medya Haberê de bersiv da pirsên rojnamevan Fehîm Işik û got: “Mûçe hînê nayên dayin. Mûçeyan ya dereng didin yan jî kêm didin. Pirsgirêka mûçeyan a karkeran pirsgirêkeke cidî ye. Ya duyemîn jî pirsgirêka xizaniyê ye. Xizanî li wir pirsgirêkeke gelekî cidî ye. Ji ber xizaniyê mirovên feqîr û bêçare gelekî zehmetiyan dikişînin. Çîna dewelemend jî her dewlemend dibe. Ev rewş bi ti awayî bandoreke neyînî li wan nake.”
‘Hêza artêşa Tirk li Başûr zêde dibe’
Eyûb Barzanî destnîşan kir ku yek ji sedemên bêaramî û aciziya civakê zêdebûna hebûna artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê ye û wiha dewam kir, “Bombeyan li gundan, çiya û gelek deveran dibarîne; bombardûman zêde dibe. Dewleta Tirk li gelek deveran nekarîbû bi pêş ve biçe, lê niha bi pêş ve diçe. Hebûn û bandora leşkerên Tirk a li Başûrê Kurdistanê zêde dibe.”
Eyûb Barzanî got xelk behsa gendeliya li nav malbata Barzanî dike û got, “Bi taybetî rola rêveberên payebilind a di gendeliyê de tê axaftin. Zêdebûna hesabên wan ên li bankayan, kirrîna mal û milkên nû, qezenca bi neheqî, destguhertina eraziyan, pereyên li Ewrûpayê… Yanî nelirêtiyeke mezin heye. Li her derê belav bûye.”
Ne adet e li xelkê bihisînin
Li gorî Eyûb Barzanî ev rexne ne xema rêveberiyê ne: “Ji xwe re nekirine adet ku li rexneyên gel guhdarî bikin. Di vir de rastiyek heye.
Qanûnên Dîwanxaneyê derbas dibin. Li Dîwanxaneyê axa biryara li ser her tiştî bi xwe dide. Li vir dema ku yek li ber neheqiyê radibe, hingî li nava rêveberiyê nayê qebûlkirin. Lewma me dît ku astengî danîn pêşiya Edhem Barzanî. Rêbazên mîna dûrxistina mirovan û birrîna mûçeyan ji bo şikandina kesayetiya mirovan e.”
Eyûb Barzanî li ser têkiliya navbera PDK’ê û dewleta Tirk jî got, “Di têkiliya navbera dewleta Tirk û rêveberiya Başûr de, bi taybetî jî di têkiliya bi rêveberiya PDK’ê re kontrol di destê Tirkan de ye. Rêveberiya PDK’ê ne di wê astê de ye ku li hemberî Tirkan biryarekê bide. Yanî eger tu di vê têkiliyê de gelekî temsîl dikî, tu berjewendiyên gel diparêzî, tu rûmeta gelekî, neteweyekî temsîl dikî û hurmeta li gelekî hebe, hingî li hemberî dewleteke mîna dewleta Tirk divê tu karibî sekneke cuda nîşan bidî. Yanî di navbera têkiliya bi dewletekê û teslîmbûna li dewletekê de gelek cudahî hene. Di vir de teslîmiyet heye. Teslîm bûye. Tirk çi bibêje bi fermana wan dike. Ev jî rewşeke gelekî metirsîdar e. Eşkere ye.
Mesela em kontrola balafirgehên li Başûr binirxînin. Balafirgeha Silêmaniyeyê heye, ya Hewlêrê heye. Têkildarî çûnûhatina li van herdu balafirgehan, kontroleke cidî ya Tirkiyeyê heye. Li ser têkiliyên der barê petrolê û gazê de kontroleke xurt a Tirkan heye. Her wiha biryarên li ser diyarkirina buhayê wê, biryarên li ser şandina ji kê re, di bin kontrola Tirkan de têne dayin. Başûr veguheriye xakeke bêxwedî. Yanî li vir Tirk axayê Başûr e. Di rewşeke wiha de ev dewlet bi ti awayî hurmetê nîşanî te nade.”
NAVENDA NÛÇEYAN