Edhem Barzanî ragihand ku bi fermana kurê Mesûd Barzanî, Asayîşa PDK’ê li herêma Barzanê, berpirsê parêzvanên wî kiriye nezaretê.

Siyasetvan Edhem Barzanî bi daxuyaniyekê ragihand ku asayîşa PDK´ê berpirsê parêzvanên wî kiriye nezaretê.

Edhem Barzanî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got; “Doh bi şev, saet 23:00’yan, du wesayîtên asayîşê li gundê Bazî yê Soranê avêtin ser mala berpirsê parêzvanan Ferîd Ebdulezîz Bazî. Ebdulezîz li wir kirin nezaretê.”

Edhem Barzanî diyar kir ku hêza ku Ferîd Ebdulezîz Bazî kirî nezaretê, gotiye, wan bi fermana kurê serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, Mela Mistefa Ferîd Ebdulezîz Bazî kiriye nezaretê.

Edhem Barzanî di dawiya daxuyaniya xwe de got; “Me derbarê mijarê de peywendî bi Serokê Herêma Kurdistanê re çêkir, berpirsyartiya canê endamê me di stûyê wan de ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN