Xebatkarên Weqfa Barzanî tecawizkarçî diparêzin

Yekşem 20 Tebax 2023 - 16:11

Dewleta Tirk a li Efrînê dagirker û hêzên wê yên çete ji dagirkeriya Adara 2018´an ve Efrîn veghuherandine dojehekê. Sûcên kuştina jinan, destvaêtin, tacîz û revandina zarokên keç û jinan, her roj li vir diqewimin. Niha yekî din ji van sûcan eşkere bû û derket holê ku Weqfa Barzanî ya li efrînê jî êrişkarêî diparêze.

Li gorî hesabê medyaya dijîtal ê nûçeyan Rojeva Rojava, Muhammed Farid Ibn Akaş ê 40 salî li Efrînê dirançêker e. Wî dest avêtiye zarokeke 10 salî ya li ber destê xwe. Li gorî nûçeyê vî kesê bi navê Muhammed Farid Ibn Akaş 3 caran dest avêtiye vê zaroka 10 salî.

Tişta di vê meseleyê de herî zêde balê dibe ser xwe ew e ku kesên ji Weqfa Barzanî (BCF) ya li Efrînê re kar dikin, hewl dide ser bûyerê bigirin. 

Li gorî nûçeyê Weqfa Barzanî 150 hezar dolar bertîl daye fermandarê çeteya “polêsê leşkerî” ê bi nasnavê El-Ator (Ahmed Camal Kabso) da ku li dadgeha çeteyan tecawizkar Muhammed Akaş bide beraetkirin.

Peyamên li ser WhatsAppê yên ku vê rewşê piştrast jî dikin, derketin holê.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.