Tim dixwest bibe gerîla

Pêncşem 15 Kanûn 2022 - 00:03

NÛJIYAN ADAR/ANF/HESEKÊ

 

Şehîd Berfîn Botan pêşî di şerê Rojava de têkoşiya û paşê berê xwe da çiyayên azad.

Berfîn Botan (Rihan Xelef) di sibata 1994'an de li gundê Heznî yê Til Temirê ji dayik bûye. Malbata wê cihê xwe di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de girt û piştî ku Şoreşa Rojava dest pê kir, xwedî li şoreşê derket. Berfînê wiha di zarokatiyê de PKK nas kir. Hîna hingê dixwest bibe gerîla.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re Berfîn sala 2011'an tev li nava refên şoreşê bû. Di navbera salên 2011-2016'an de beşdarî gelek pêngavan bû û şer kir. Ji ber serketinên xwe di demeke kurt de bû fermandar. Di kesayeta xwe de nasnameya jinan a azad şênber kir. Di sala 2016'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Berfîn bi kedkarî, dilnizmî û hevrêtiya xwe, nasnameya jina şoreşger di nava her şert û mercan de temsîl kir.

Berfîn li qada Çiyareş li dijî êrişên dewleta Tirk tevlî berxwedana mezin bû, derbên giran li dijmin xistin û herî dawî dema ku dixwest çekê ji ser dijmin rake di 11'ê Hezîrana 2022'an de şehîd bû.

Xwîşka wê Sîdar Xelef û dayika wê Emşa Hemîd qala jiyan û têkoşîna Berfîn Botan kir.

 

Zarokeke têgihiştî bû

Dayika wê Emşa Hemîd li ser zaroktiya wê got, "Zarokeke gelekî karker bû, têgihiştî bû. Timî digot, ew ê biçe çiyê. 

Xwîşka wê Sîdar Xelefê jî got, “Ji xwişk û birayên xwe gelekî hez dikir. Ne tenê ez, her wiha xwişk û birayên min ên din jî gelekî pê ve girêdayî ne. Ji ber ku Berfînê em mezin kirin. Heval sala 2011'an timî dihatin mala me. Berfînê timî bi dilgermî heval pêşwazî dikirin. Mîna ku bi salan e wan nas dike.” 

 

Hêviya wê bû xwişk li pey wê biçe

Herî dawî sala 2016'an me hev dît. Hevdîtineke ji bo xatirxwestinê bû. Got ku wê biçe çiyê û xatir xwest. Rihan biryara xwe dabû û malbat jî li pêşiya wê nebû asteng. Kincên wê yê gerîla hebûn, dema çû ew kinc dan min. Got, ez diçim hêvîdar im dema tu mezin bûyî tu jî li pey min bêyî.”

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.