Tilîzêrîn

Nûçeyên Dosye

Sêşem 21 Adar 2023 - 09:33

  • Loma mirin li mêtingehan ne “mirin” e. Serbarî vê, kesên ku li mêtingehan çêdibin û mezin dibin, nikarin bimirin.  ‘Mirina li mêtingehan’ darazek çewt e. Heta ku li ciyekî peşka navê mêtingeriyê he be, li wir kes namire. Li mêtingehan mirov namirin, tên “kuştin”.

SELAM ÇINAR

Wî jana tiliyê bi têlên kemanê aş dikir

I

Destek, ji kefekê û pênc tiliyan çêdibe.

Dest ji tiliyan mezintir in, tilî ji destan jîrtir in. Tilî zarokên bêhawe ên destî ne. Nazik û narîn in, xweşik û çapik in. Nûnerên mirovan in, bi her awayî, li ser her tiştî. Mirov bi şopa tiliyên xwe tên naskirin.

Mirov bi tiliyan tiştan dikin. Bi tiliyan mêst tehm dikin, bi tiliyan binê beroşê paqij dikin, bi tiliyan şiîreyan dibirin, bi tiliyan kêçan dikujin, tiliyan di qula moz û gustîlkan radikin, bi tiliyan hildiperikin çiyayan, bi tiliyan bi hêlînên piloyan dilîzin, bi tiliyan li deriyan dixin, bi tiliyan xura pişt û pozê xwe dişkînin, bi tiliyan tiştan rê hev didin, bi tiliyan hev didiqdiqînin, bi tiliyan hev ditirsînin, bi tiliyan dipîvin, bi tiliyan hesaban dikin, bi tiliyan bawerî, bîrdozî û ramana xwe eşkere dikin, bi tiliyan dimeşin.

Tiliya tiliyan, di her tiştî de heye.

Tiliya wî bi pey şopa çîrot û zolikên zaroktiyê ketibû. Hê ji lîskê dernektibû, ji lîskê têr nebûbû. Hê çelapekên xwêdana hindilkê, navgundî û gogê li ser wî bûn. Helbet zarokên ku lîskê xera dikin, ên di lîskan de mizûriyan dikin, ên bêcir û belakir jî he bûn. Lê wexta ku zaroktî be, bêcirî heta ciyekî ye. Belakiriya zarokekî, bi qasî zarokekî ye. Sal ciyên tûj bi hemdê xwe dimehînin, ko dikin û ew paşê dibin qût û qatixên civatên ciwaniyê. Mirov baş pê dernaxe ka ji çi ye, lê mirov ji belalûk, terk û pizikên pî û destan, ninûka pêçiyan a rabûyî, ciyê ku mozên sor an mozqirtikan pê ve daye, serê şikestî, milê ji cî derketî, ji lîçik û pantorên pînekirî gişan hez dike. Bi xweşî û dilbijîn bi bîr tîne. Kesê ku serê mirov şikandiye jî tê da.
Tiliyên ku bi van bîranînan kemilî bûn, ber bi lîska mezin ve bi rê ketibûn. Lîskek ewqasî mezin ku mezin tê de ji zarokan xerabtir dibûn. Xwe gihandibû ber deriyê lîskê, hew bihostek mabû. Li wir ji kert û kort û kincê şaristaniyê bêrîbûyî, bazdayî, lezabeza, liserxwe, bixwebawer, serbilind, bejnbilind… Şipya, heta hetayê.*

Mirov bi tiliyan dikarin gelek îşan bikin, lê ew tepa xwe bes li tiştekî dixin. Ê wî, wî tepa xwe li doxa kemanê** xist. Wî jana tiliyê bi têlên kemanê aş dikir. Wî tiliyên xwe bi tehma têlên kemanê hesandibû, tiliyên xwe bi gewriya kemanê nehişî kiribûn. Tiliya hunerê bi qasî ku dinyayê xweş bike, jîr û jêhatî ye û wî ew tilî kiribû memika xwe.

Tiliyek wî he bû, wî ew dananî ser tetîkê.

Tilînî şûm bûn, bêar û bêtebat bûn, dil berda bûn têl û tîna kemanê. Îcar ku ew tilî, tiliyên wî jenyarî bibûna sersebên hilatina xweşawaz û dengekî!?

Axir tiliyên desthilatdaran zirrtilî ne

II

Desthilatdar jî dengan derdixin, lê ne bi kemanê û ne bi lîr û bilûr û tembûran. Tiliyên desthilatdaran jî hene û  tiliyên wan hişk in û bi şaşî be jî ber bi doxa kemanê ve naçin. Saz û ney û mey jê re ne lazim in. Axir tiliyên desthilatdaran zirrtilî ne. Tiliyên biyanî ne. Desthilatdar ji xwe ra, ji bo tiliyên xwe amûran çêdikin. Bi wan amûr mamûran, hem tiliyên xwe reqtir dikin, hem jî bi xêra wan amûran, tiliya nîşanê[3] wekî alaya tirsê li ba dikin. Amûrên desthilatdaran, tiliyan ji eyar derdixin. Loma çavê desthilatdaran li tiliyên mirovan e. Amûrên ku pê tiliyên mirovan bibişêvin çêdikin. Sîlehan çêdikin û hey çêdikin. Helbet dengê sîlehan jî heye. Lê di navbera dengê sîleh û kemanê de ferq heye: denge sîlehan ziravê mirovan, dengê kemanan hefsarê mirovan diqetîne. Desthilatdar ji ya duduyan ditirsin.

Pirr ditirsin.

Bi kuştinê nav di xwe de didin.

Ne çipîskek in jî.

‘Mirina li mêtingehan’ darazek çewt e.

III

Xortek kuştin.
Mirov li ser kuştinê çi bibêje, dê kêm be; lê ger ti tiştî nebêje dê her kêmtir be. Bi negotinê kostekeka qerase li zimên dikeve. Kostek gotinê dike bizot û ji hinavan ve hestî û goştî dide ber xwe.  A soxî bi du awayan dawî lê tê: yan dê bibe agir û agir ji devan here yan dê bibe xwelî û bi ser serê mirovan de bibare.

Heyva Adarê bû. Roja Newrozê bû. Amedê.

Xortek kuştin.

Li Kurdistanê dewlet yan ciwanan dibişêve yan jî dikuje. Berê jî kuştibûn. Hê jî dikujin. Kesên dikujin dikujin û yên mayî jî bi tirs û xofa wê kuştinê nîvkuştî dikin. Dixwazin mirov xwe, xwestek û helwestên xwe, awa û wateya xwe ji bîr bikin. Dixwazin deng ji mirovan derneyê û bêdengiya mirovan bibe meqesek tûj ku zimên ji kokê de bibirre. Loma bi qasî serê derziyê jî di erênayê de namînin û bedena dayikekê bi rojan li rastan dihêlin, bedena ciwanan li meydanên bajaran li dû zerîpoşên xwe dikişkişînin, agir bera canê mirovan didin, hestiyê wan jî nadin xwediyên wan,bajaran wêran û talan dikin, sifreya xwarinê belawela dikin, heywanên kerr û lal telef dikin, zarokên çilînî bi dêyên wan re dixin zindanan,goran vedidin,gornebaş in, hema çi heyiyên ku li ser vê zemînê zîl bidin li gorî kêfa xwe pê dilîzin, dişkînin, dêşînin, dilewitînin.
Dewlet bi kuştin û bizdandina mirovan qam davê. Qamavêtina dewletê qamavêtina tinazê ye.
Tinazek pîr, li vê axê qam avêtiye. Li mêtingehan berê tinaz aj dide. Mêtinger pêşî tinazên xwe bi mêtiyan**** dike. Mêtî sik in, nezan in, xerab in. Wan wiha dihesibînin. Wan kêm dixin. Bi vê tinazpêkirinê re bera bera kêmxistî ji dilqê mirovan dertê. Ewqasî genî dibe ku jiyê wê/î hêjayî mişkulekê jî nayê hesibandin. Kuştin ji vir hiltê.

Loma mirin li mêtingehan ne “mirin” e. Serbarî vê, kesên ku li mêtingehan çêdibin û mezin dibin, nikarin bimirin.  ‘Mirina li mêtingehan’ darazek çewt e. Heta ku li ciyekî peşka navê mêtingeriyê he be, li wir kes namire.

Li mêtingehan mirov namirin, tên “kuştin”.

* Dîmenek li dû ma, wî dîmenî pirtikên mayî yê ziman û rêzimanê jî ji berêv de hilanî.
** Belkî divê mirov vê jî ji bîr neke: keman li ser milê çepê diedilin, mirov bi jenîna kemanê re ber bi mil û aliyê çepê ve mêl dibin.
*** Tiliya Nîşanê –  Tiliya gefxwarin û tirsandinê
**** Mêtî: Kesên ku li mêtingehan dijîn, kesên ku şêniyên mêtingeha ne, kesên ku mêtingeran cî û warê wan dagir kiriye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.