Xelkê Til Berakê, ji bo şermezarikrina êrişa li dijî Girtîgeha Evînê ya li Tehranê, meşiya.
Meclîsa Kongreya Star a navçeya Til Birakê ya kantona Qamişloyê, ji bo şermezarkirina şewitandina Girtîgeha Evînê ya Tehranê meşek li dar xist. Xelkê navçeyê yê tevlî meşê bûyî, bang li hêzên navneteweyî kir da ku erkên xwe pêk bînin û kiryarên dermirovî yên dewleta Îranê yên li dijî gelan rawestînin.
Meş ji çerxerêya Firinê ya başûrê navçeyê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û Jîna Amînî hatin hildan. Her wiha diruşmeyên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Na ji dîktatoriyê re" hatin gotin.
Meş li çerxerêya Şehîdan a naverasta navçeyê sekinî. Li vir ji bo bibîranîna şehîdên azadiyê rêz hate girtin. Piştre endama rêveber a Kongreya Star a Til Birakê, Alya El Iwês qetilkirina Jîna Amînî û tundiya li ser jinan şermezar kir.
Alya El Iwês diyar kir ku piştî çend hefteyan di ser qetilkirina Jîna Emînî re rejîma Îranê bi rêbazeke hovane Girtîgeha Evîn şewitand û wiha domand: "Ev rêbaz dewama siyasetên desthilata dîktator e ku tirs û xofê belav bike û hegemoniya xwe ferz bike."
Alya El Iwês bang li hêzên navneteweyî kir da ku erkên xwe bi cih bînin û kiryarên hovane yên li dijî mirovahiyê rawestînin.
ANF/QAMIŞLO