Navê Jîna Amînî li Îtalyayê
Çarşem 27 Mijdar 2024 - 02:45
Li bajarê Lîvorno yê Îtalyayê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê, navê Jîna Amînî, li çerxerêya li Via del Risorgimento û Via Don Bosco hate kirin. Di peyamên li merasîmê hatin dayîn de, hate diyarkirin ku divê her kes ji bo afirandina civakeke adil, berpirsyarî bigire ser xwe.
Nûnerên Heyva Sor a Kurdistanê jî beşdarî merasîmê bûn û gotin:“Em spasiya Şaredariya Lîvorno, Şaredar Luca Salvetti û her kesê ku keda wî/ê di vê yekê de heye, dikin. Em ê piştgiriya xwe ya ji bo her hewldana azadî, edalet û xwedî derketina li mafên mirovan, bidomînin.”
ANF/LÎVORNO