Navê Jîna Emînî dan saziyek Lozanê
Pêncşem 3 Nîsan 2025 - 02:55
Rêveberiya Mala Gel a Lozanê ku xwedî dîrokeke 100 salî ye, girêdayî biryara ku di sala 2024’an de hatî girtin wê navê sê jinên ku hatine qetilkirin an jî pêşengtiya têkoşîna jinan kirine li sê eywanên saziya dîrokî bikin.
Navê Jîna Emînî ya ku di sala 2022’yan de ji aliyê hêzên Îranê ve li Tehranê hate qetilkirin wê li eywana konferansa Mala Gel bê kirin.
Her wiha ji her du eywanên din re jî navê mafparêz, siyasetmedar û civaknasa Brezîlî Marielle Franco ku di sala 2018’an de hate qetilkirin û navê mafparêz û sendîkavan û endama Greva Jinan a Swîsreyê ya sala 1991’ê Liliane Valceschiniyiyê hate kirin.
Axaftina vekirina eywanê ji aliyê Endama Meclîsa Lozanê û Hevseroka Meclîsa Partiya Yekîtiya Çepgiran Sevgî Koyûncû ve hate kirin. Sevgî Koyûncû gelek caran anî ziman ku dîroka 40 salî ya têkoşîna jinên Kurd li gel berxwedana jinan a li Rojava ruh daye dirûşmeya ‘’Jin Jiyan Azadî.’’
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN