Rihê Jîna li Ewropayê geriya

Duşem 16 Îlon 2024 - 02:30

Jîna Emînî ya ku ji aliyê dewleta Îranê ve hat qetilkirin, li paytexta Elmanya Berlîn û Frankfurtê, li paytexta Swêd Stockholmê û li paytexta Holanda Amsterdamê hat bibîranîn.

Di salvegera 2’yan a a qetilkirina wê de  Jîna Emînî Li Frankfurtê ji alî TJK-E Hessen, KJAR û saziyên demokratîk ên Îranê ve bi meşekê hate bibîranîn. Meş li Haputwacheyê dest pê kir û li Alte Operê qediya.

Di axaftinan de yên li ser navê TJK-E’yê serhildana ji bo Jîna Emînî hate bibîrxistin û hate gotin,’’Dijî zext û zordariya zayendî û ferzkirina nixumandinê jinên wêrek tevgera ‘Jin Jiyan Azadî” dan destpêkirin. Armanca wan ew bû ku civakek azad, wekhev û edaletê ava bikin.’’

Di meşê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî berxwedana gerîla" hatin berzkirin û hemû saziyan peyamên xwe dan.

Mîmarê ‘Jin, jiyan, azadî’ Ocalan e

Li Stockholmê jî bi pêşengî û banga saziyên jinan çalakiyek li Qada Norranbantorgetê hate lidarxistin.

Li ser navê jinên Başûrê Kurdistanê yên li derveyî welat Rûbar Yûsif axivî û got, “Di destê min de posterê Rêber Apo heye, min bi taybetî anî. Ji ber ku mîmarê felsefeya jiyanê ya 'Jin, Jiyan, Azadî' ye. Rêber Apo bi felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî’ me fêrî têkoşînê kir û hişmendiya jiyana azad ava kir.”

Hollandiyan eleqe nîşan dan

Li paytexta Holanda Amsterdamê, welatiyên li derdorê eleqeyeke zêde nîşan dan ji bo çalakiya Jîna Emînî nîşan dan. Di çalakiyê de ya li Qada Dam a dîrokî hatî lidarxistin, terora rejîma Îranê ya li ser jinan hate şermezarkirin.

Rê li serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ vekir

Li Berlînê Kurdistanî û dostên wan bi pêşengiya KJAR-Berlîn, Jinên Xwendakar, Verein Iranischer Fluchtlinge li Qada Hermannplatzê hatin ba hev û meşiyan. Ofîsa Aştiyê ya Jinên Kurd a Cenî, Kolektîfa Afganistanê, Meclîsa Jinê ya Dest Dan û gelek kolektîv beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de Jîna ji bo ku Kurd bû hatiye qetilkirin û qetilkirina vê rê li serhildana ‘’Jin, jiyan, azadî’’ vekiriye. Di peyaman de hate diyarkirin êrîşên rejîma Îranê ya li ser jin û ciwanan didome û banga geşkirina berxwedanê hate kirin.

Xwendekaran eleqe nîşan da

Komîteya Solî ya Kurdistanê ya Freiburgê û Meclîsa Jinê ya Nûda ji bo Jîna Emînî li navenda bajarê Freîbûrgê û li ber Zanîngeha Freîbûrgê standa agahdarkirinê vekirin. Di çalakiya ku xwendekaran eleqeyeke mezin nîşan da, belavok hatin belavkirin û bal kişandin ser kampanyaya îmzeyan a li dijî darvekirinê.

Darvekirinan rawestînin

Li bajarê Bremen ê Elmanyayê jî Jîna hate bibîranîn cezayên darvekirinê yên ji alî rejîma Îranê ve hate bibîrxistin û bang hate kirin ku darvekirinên bi destê rejîma Îranê ve werin rawestandin. Di daxuyaniyê de hate gotin,’’Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî par li Îranê 853 kes hatin îdamkirin. "Ev hejmar ji sala 2015an vir ve herî zêde ye û îsal herî kêm 345 kes hatine îdamkirin."

Jîna bû sembola Jin, jiyan azadî

Kudistaniyên li paytexta Belçîka Brukselê bi pêşengiya komîteyên PJAK û KJAR'ê li ber Sefaretxaneya Îranê kom bûn. Di daxuyaniya li ser navê PJAK û Komîteya KJAR a Ewropayê hat xwendin de ev tişt hatin gotin: “Îro duyemîn salvegera destpêkirina serhildanê û belavbûna felsefeya Jin Jiyan Azadî ye. Rast e ev demeke bêdengî heye, lê ev nayê wê wateyê ku fikir û felsefeya “Jin Jiyan Azadî” têk çûye. Ji ber ku ev serhildan her tim dikare ji nû ve dest pê bike. Keça Kurd Jîna Emînî ya ku bi êşkenceyê hat qetilkirin, bû sembola serhildana "Jin Jiyan Azadî". Ev dirûşme li hemû cîhanê belav bû û bi saya hêza felsefeya li pişt wê bû hêviyeke mezin ji bo hemû gelên cîhanê û her wiha bû tirsa dîktatorên mezin ên cîhanê.”

Îran hate şermezarkirin

Jîna Emînî li bajarê Kîel ê Elmanyayê li Europaplatzê hat bîranîn. Çalakî bi pêşengiya Defend Kurdistan û Jiyana Jin hat lidarxistin. Bi dirûşma jin, jiyan, rejîma Îranê hate şermezarkirin.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.